Tirkya çi ji kurdistana îraqê dixwazê

Selah beyro

Şoreş û bizavên li cîhanê hatine encam dan bi giştî ji bo guhertina rewşekê ji rewşên ne yasa û yan ji bo çespandina mafê netewî û pin pê kirî,wek em dibînin îro li kurdistana tirkiyê berxwedanek heye ji bo bi destve anîna mafê cemawerkî hijmara wî pitir ji /28/milyoniye , û ji bo pêk anîna rewşek û jiyaneke bi rûmet li paş rojê, birastî li tirkiya pir guhertin çêbûn di salên bûrîde, ji hêlekêve ji bal milîtanên p.k.k.ve ,û ji bal desthilata tirkî ji hêleke dî ve
ez karim bêjim piştî dest gîrkirina serokê p.k.k.armanc hate guhertin û bisedan ji gêrila û milîtana çek avêtin , û xwesteke vê partîyê ji serxwebûnê dibû pesend kirina hebûna gelê kurd û bi dest ve anîna mafê siyasî û rewşenbîrî û civakî û wek hevîyê li jêr desthilata tirkê dagirker ve.
Lê ne eve mebesta min ji vê gotarê , mebest ewe ku tirk çi ji kurdistana îraqê dixwazin …?
Piştî têk çûna rijêma basa li îraqê di cenga gindavê ya diwe mîn de,rijêmên ku kurdistan dor pêç kirin ketine tirsek mezin de,lew re kom jivînên hevbeş li tehran û şam û enqerê saz dikirin, her yekî ji wan bi şêweyekî dest werdanaxwe li îraqê xurt dikirin,ji bo bayê guhertinê li rijêma wan ne dê,ev rastiyeke ku em karin bêjin ji çerxê /19/ê,ve herdû impiratorîyan ya tirkî û farisî nikarîbûn sînoran li ber kesên sivîl û koçer bi girin.                                                               Aramî û avedankrin û pêk anîna yasayê û birêve birina sendîkê pospor di warê şaristanîyê de weke komareke serbixwe li kurdistana îraqê tê pejrandin,awjî berhemê  hezarê,şehîdaye lewra îro conta tirkî  û hêzên artêşa tirk ketîye tirsa xwede ku ew guhertinên ku li kurdistan îraqê çêbûwin  derbasî nav xaka  kurdistan tirka bibin, ev şerê  dijî kurdistan azad tê kirin,ne jibo serê çekdarê pekekêye , siyasetmedar û conta dizanin ku bi şer û cengê  pirsgirêka kurdî li tirkiye çare ser na bê,û ya di dilêxwede na bêjin,daxwaza wan ku balge nama/140/l.ya ji bo kerkûkê neyê  cî becî kirin û her tişt zelal bibê.
Banga min ji hêzyê aştî xwaz û kurd perwer re ku pişt girîya herêma kurdistanê bi kin û ji milîtanê pekekê re ku şerê xwe ji kurdistan azad bi guhezine kurdistana tirkiyê jibo rakirina astengiya,pêdivîye arîkar bin da ev çira ku bi xwîna şehîd û pakrewanan ronî day careke dî ne vemirê ,çimku ewe kelha berxwdanyê pêdivîya em weke perwanê li dorê bêne sûtin û em nehêlin ew bê sûtin, 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…