BEHÎNAME

Bo Bîranîna 23saliya Koçkirina Seyda CEGERXWÎN

Gelî bira û xûşkên me, gelî heval û wêjedostên kurd, em wek govar û rojnameyên kurdê Sûriyê: Aso, Deng, Gelawêj, Jîn, Newroz, Perwan, Pirs, Roj, Vîn, û Komîta Çalakiyên Kurdewarî, û fêrbûna zimanê Kurdî, em we agadar dikin jibo bîranîna 23saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn, emê ahengekê li dar bixin ku ew jî di 22 /10 / 2007  li bajarê qamişlo dê werê sazkirin.
 Di vê helkeftinê de, em dezgehên rewşenbîrî û nivîser û çalakvanên kurd dawe dikin ku em û wan pevre vê rojê vejînin, û em seydayê xweyî hêja li bîra xwe û miletî xwe bênin.
Hûn dikarin pêwendiyên xwe li ser vê emailê bi me re saz bikin: kbceg23@gmail.com
 
Têbîniya dîtir jî ew e ku wergirtina name û birûsk û berheman ta dawiya roja 18/10/2007 berdewam e. 
  Ligel silav û rêzên
Komîta bîranîna 23-saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn     
    

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…