Ji Selîm Temo Xebateke Mezin: Antolojiya Helbesta Kurdî (Kürt Şiiri Antolojisi)

 Antolojiya Helbesta Kurdî, ku ji alî helbestvan û nivîskar Selîm Temo ve hatiye amadekirin, ji alî weşanxana Agora Kitaplığı ve hat weşandin.
Antolojî, ku di dîroka Komara Tirkiyê de karê yekem e, ji du bergan hatiye pê. Di antolojiyê de 293 helbestvan û 520 heb helbestên van helbestvanan hene. Antolojî, dîroka helbesta Kurdî li ber çavan radixîne ku ji sedsala 8an dest pê dike û heta sedsala 21î tê.
Antolojî bi du zimanî hatiye amadekirin. Di antolojiyê de him orîjînalên helbestan hene, him wergerên wan yên bi Tirkî. Yekem wezîrê rewşenbirî yê Tirkiyê Prof. Talat Halman, pêşgotinek bo antolojiyê nivîsiye. Di antolojiyê de bi zaraveyên Goranî, Kirmanckî (Kirdkî, Zazakî), Kurmancî, Loranî û Soranî helbest hene. Edebiyat û zimanê Kurdî bi salan hat qedexekirin. Li gor propagandên serdestan, tu behrem di zimanê Kurdî tunebûn. Lê antolojî, derdixîne holê ku Kurdî, zimanekî gelek dewlemend û kevn e û xwediyê gelek berhemên kevn yên nivîskî ye. Di antolojiyê de di derbarê jiyanname û berhemên helbestvanan de jî gelek agahî hene. Antolojî, di dîroka helbesta Kurdî de antolojiya herî mezin e. Selîm Temo, ku pênc sal li ser antolojiyê xebitiye, di pêşgotina xwe de li ser wêje, helbest û çanda nivîskî ya Kurdî de îdîayên balkeş davêje holê. Antolojî, tev tevî hev 1610 rûpelê. Berga yekem, ji sedsala 8. heta sedsala 19. didomîne. Berga duwem, ji helbestvanên ku di sala 1900î û vir ve de jidaybûne hatiyê pê. Ji helbestvanên jin ku hezar sal berê jiya ne bigre heta helbestvanên ku mirina xwe nivîsîne, ji helbestên ceman yên herî kevn bigre heta mesnewiyên mezin gelek taybetmendiyên balkêş di antolojiyê de cih girtine. Bi vê antolojiyê, agahiyên di derbarê edebiyata Kurdî de tên niqaş û rexnekirin. Antolojiya Helbesta Kurdî ji bo nasîna helbesta Kurdî ku bi însafa dîrokê gîhiştiye îro berhemeke esasî ye.

Helbestvanê Antolojiyê:
Abdulla Peşêw, Abdurrahman Düre, Abîdînî Caf, Ahmedê Mîrazî, Ahmed Muxtar Beg, Alî Qelender, Arjen Arî, Axîn Welat, Babe Celîlî Dewdanî, Babe Nawsî Caf, Babe Serhengî Dewdanî, Baba Yadîgar, Babe Gerçekê Hewramî, Babe Hatemê Loristanî, Babe Lorey Loristanî, Babe Nicûmê Loristanî, Babe Raxê Hemzanî, Babe Recebê Loristanî, Babe Sirincê Kelatî, Babe Tahirê Uryan, Balûlî Dana, Barîyê Bala, Basilyos Şemûn II., Beroj Akreyî, Bedirxan Sindî, Bekir Begê Erizî, Berhîm Paşa, Berken Bereh, Bêhûd, Bêrî Bihar, Bêwar Brahîm, Boraboz, Can Bapîr, Casimê Celîl, Cegerxwîn, Celale Xanima Loristanî, Cemîl Denlî, Cîhan Ara Xanim, Cîhan Roj, Daye Tewrêza Hawramî, Daye Xezana Serketî, Deham Ebdulfetah, Derwêş M. Ferho, Dilawerê Zengî, Dildar, Diljan, Dost Çiyayî, Ebdulezîz Hacanî, Ebdula Goran, Ebdulla Feyzî, Ebdulrehman Mizûrî, Ebûlberekatê Hekarî, Edeb Ebdila, Ehmed Begê Komasî, Ehmed Ebdulla Zero, Ehmed Hardî, Ehmed Huseynî, Ehmed Namî, Ehmed Pirîsî, Ehmed Qerenî, Ehmedê Xanî, Elî Berdeşanî, Elî Herîrî, Emînê Evdal, Enwer Mayî, Enwer Qadirî, Eskerê Boyîk, Evdilsemedê Babek, Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Faîk Bucak, Fatime Loreya Goranî, Fatma Bozarslan, Fatma Savci, Fayîq Bêkes, Feqe Reşîdê Koçer, Feqî Evdilê Borekeyî, Feqiyê Teyran, Ferhadê Çelebî, Ferhadê Içmo, Ferhad Pîrbal, Ferhad Şakelî, Ferîd Xan, Fethullah el-Şîrîdî, Fêrîk Egît Polatbekov, Fuat Doğan, Gulîzer, Hacî Qadirê Koyî, Haris Bitlîsî, Hasan Kaya, Hassan Îrandost, Hawar Tornecengî, Hejar, Heme Omer Osman, Hemeseîd Hesen, Hemîd Bedirxan, Hemîd Emîn Musa, Hesen Kenoşê Cinûbî, Hesen Norî, Hesen Silêvanî, Hezar Mêrdî, Hêmin, Hêvî Berwarî, Hikmet Mehemed Hirorî, Hişyar Rêkanî, Hizirvan Ebdula, Hîwa Qadir, Hoşeng Broka, Hoşeng Osê, Husniyê Bamernî, İlhami Özer, Îrfan Amîda, Îsmaîl Badî, Jana Seyda, Jan Dost, Jaro Duhokî, Jîla Huseynî, Karlênê Çaçanî, Kawa Nemir, Kejal Ehmed, Kemal Badıllı, Kemal Burkay, Kemal Necîm, Konê Reş, Kovan, Kurdî, Lal Laleş, Letîf Helmet, Liza Xanim, Malmîsanij, Medenî Ferho, Mehcûrî, Mehfûz Mayî, Mehwî, Mela Ehmedê Xasî, Mela Eliyê Beroşkî, Mela Evdilhadiyê Comanî, Mela Mehemed Elî Hûnî, Mela Mihemed Koyî, Mela Mehmûdê Yûsifî, Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî, Mele Borekeyî, Mele Ehmedê Nalbend, Mele Ehmedê Paloyî, Mele Hesen, Mele Mensûrê Girgaşî, Mele Mustefayê Sîsî, Mele Nurulah, Mele Omerê Rencûrî, Mele Salihê Ahî, Mele Weysiyê Soktîlî, Mele Xelîlê Sêrtî, Mele Xidir Riwarî, Mele Zahid, Mem Bawer, Memê Koêkorta, Mervanê Keleş, Mestûre Kurdistanî, Mewlana Xalid, Mewlewî, Miftî Zehavî, Mihemed Teyar Paşayê Amêdiyê, Mihsîn Qoçan, Mirad Elî, Mistefa Bisaranî, Mîkayîlê Reşîd, Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Ehmedê Zengene, Mîr Kamûran Alî Bedirxan, Monlâ-yı Âlim Ramazân-ı Abbâsiyan, Mueyed Teyîb, Muhammed Ubeydullah Efendî, Muhemed Qedrî, Muhemed Seîdê Mêhrî, Muradxan Bayezîdî, M. Zahir Kayan, Nalî, Nazdar Xatûna Şîrazî, Nezîre Ehmed, Nêrgiz Xanima Şarezûrî, Nûreddîn Zaza, Osman Mehmed, Osman Sebrî, Pertew Begê Hekarî, Pêzanê Alîxanî, Pîremêrd, Pîr Şalyar, Qaçaxê Mirad, Qadir Qeçax, Qane Muzher, Qedrîcan, Qirmizî (Şaweys Qûlî), Rastî Hirorî, Refîq Sabir, Remezan Alan, Remezan Îsa, Remzî Mele Marif, Reşîdê Kurd, Rêkêş Amedî, Rênas Jiyan, Rihan Xanima Loristanî, Rojen Barnas, Roşan Lezgîn, Sabah Kara, Salih Begê Hênêyî, Salim, Salim Mustefa Ebdulezîz, San Sehak, Sebrî, Sebrî Botanî, Sebrîya Hekarî, Sedîq Hamid Xalid, Segvan Ebdulhekîm, Seîdê Îbo, Selam, Selîm Sulêman, Selman Kovilî, Semen Xanima Dewdanî, Serkeft Botan, Sey Can, Seyda Salih Yosifî, Seydayê Hecî Ebdulfettahê Hezroyî, Seydayê Dilbirîn, Seydayê Keleş, Seydayê Tîrêj, Seydî Hewramî, Seyfiyê Şoşî, Seyîd Ekabîrî Xamoşî, Seyîd Elîyê Findikî, Seyid Yakûbî Mahîdeştî, Sey Qajî, Silêman Azer, Simko Amedî, Simoyê Şemo, Siwarê Elxanîzade, Siyahpûş, Şa Îbrahîmî Eyyût, Şamîl Esgerov, Şa Xweşînê Loristanî, Şemsî, Şêrko Bêkes, Şêx Adî, Şêx Ehmedî Textî, Şêx Es’edê Erbîlî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Şêx Hesenê Hekarî, Şêx Îsayê Berzencî, Şex Mehmed Ekserî, Şêx Memdûhê Birîfkanî, Şêx Mihemed Can, Şêx Mihemed Kerbelayî, Şêxmûs Sefer, Şêx Nûredînê Birîfkanî, Şêx Nûrî Şêx Salih, Şêx Riza Telebanî, Şêx Şemseddînê Exlatî, Şêx Tahayê Mayî, Şêx Xiyasedîn Neqşebendî, Şikoyê Hesen, Taha Mezher Mayî, Taharê Biro, Tahir Begê Caf, Tahirê Ruşdî, Tahirê Şûşî, Tengezarê Marînî, Tosinê Reşîd, Usivê Beko, ‘Usman Efendiyo Babij, Vehêl Amedî, Wefayî, Welat Dilken, Welî Dêwane, Wezîrê Nadirî, Wîdaî, W. K. Merdimîn, Xalid Axayê Zêbarî, Xalid Husên, Xanayê Qubadî, Xatû Mey Zerd, Xatûn Dayrakî Rezbar, Xatûn Zerbanûya Derzyanî, Xebat Arif, Xelat Ehmed, Xelîfe Selîm, Xelîfe Yûsiv, Xelîl Çaçan Muradov, Xelîl Duhokî, Xerîq, Xurşîd Xanima Dawaşî, Yay Hebîbeya Şarezûrî, Yildiz Çakar, Yosif Yaske, Zîver


Peywendî:

Weşanxana Agora Kitaplığı
Gümüşsuyu Mah. Osmanlı Yokuşu,
Basmacı Han. No 5/1 Taksim – İstanbul
Tel: 212 243 96 26-27 Faks: 212 243 96 28
www.agorakitapligi.com
tanitim@agorakitapligi.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…