Zinar Mistefa
Heta destpêka şêstan jî ji sedsalê bîstan, mirov dikarîbû li herêma Dêrika Hemko, -( derwêş, Çîrokbêj, û pirsporên ku dîroka eşîran nasdikin)- bibîne. Bi gotineke dîtir; ta wê çaxê jî, li wê herêmê, Folklora kurdî: -(çîrok û metelok, stran û reqis û leyîstikên gelêrî), li ser devan bû, û xweşik.. xweşik dihate pêkanîn. Hingê, ez zarok bûm. Lê, min gelekî hejdikir: ku di civata rihsipiyan de rûnim, û guhdariya şitexaliyên wan bikim.
Heta destpêka şêstan jî ji sedsalê bîstan, mirov dikarîbû li herêma Dêrika Hemko, -( derwêş, Çîrokbêj, û pirsporên ku dîroka eşîran nasdikin)- bibîne. Bi gotineke dîtir; ta wê çaxê jî, li wê herêmê, Folklora kurdî: -(çîrok û metelok, stran û reqis û leyîstikên gelêrî), li ser devan bû, û xweşik.. xweşik dihate pêkanîn. Hingê, ez zarok bûm. Lê, min gelekî hejdikir: ku di civata rihsipiyan de rûnim, û guhdariya şitexaliyên wan bikim.
Di wan civatan de, ji bilî jiyana rojane, û rewşa çandiniyê; ku nanê xelkê, û êmê pez û sewalên wan jê dihat, behsa heyamê berê û çîrok û serpêhatiyên mêrxasên kurdan dihate kirin . Heke ewilkarkê, ew çîrokên xweş û şêrîn, ez dikişandim civatê, lê Paşê-bi wext re – min naskir; ku tiştekî dîtir di civatê de tê gotin. Ew jî: gotinên Pêşiyan – metelok- bûn. Ji boyî tekezkirina gotinê, zilaman bi Şitexaliyên xwe re, metelok tanîne zimên. Meteloka pêşî, ku min di jiyana xwe de bihîstî:-” Zêr Zan û Zor Zane” bû. Ev metelok, di civatan de, xweş dihate gotin. Heke hinge, nisbet min, wateya wê giran bû jî, lê wê li ber guhê min, zênzêneke xweş dida, hingî sipehî hatibû levanîn.
“Zêr zane û zor zane” ku felsefeya wê pir kure, kurdan ji tecrîbe û berxwedana xwe ya dûvdirêj di jiyanê de gotibûn. Belkî, li cem hemû milletan, yan jî, bi gelek zimanan, meseleta ” Zêr û Zorê” hebe? Lê ez bawernakim ku kesî ew ji kurdan xurtir û sipehîtir gotibe.
Dîse jî, ji metelokên pêşî, ku min bihîstibûn:
1-Şam şekire, lê welat şêrîntire
2-Şam dûre, lê mişar nedûre
Meteloka yekê – Şam şekire, lê welat şêrîntire-: taze dide xuyanîn, çiqasî welatê Kurdan-Kurdistan-Li ber dilê wan ezîz û şêrîne. Di vir de, Pêşiyan li kezebê bi xwe daye, gava gotine: Çiqasî Şam xweş be jî, lê –Kurdistan- jê xweştire.
Meteloka didwê:-Şam dûre, lê mişar nedûre. Tê gotin: gava du kes, yan bêhtir, li ser pirsekê dikevin zîqa hevdûde. Di vê metelokê de, pêşiyên me dibêjin: Şam dûre, ji lewra, zehmete; ku mirov bersiva essehî jê bistîne. Lê vaye, mişar di ber malê deye, û hesaniye ku mirov bersiva rast li wir nasbike.
Ev hemû di dema berê de bû. Paşê, di sala 1995 an de, min xwest ku, metelokan bideme hev.
Destpêk, yekcar ne hesanî bû. Bi danehevê re, rexne ji mirov û nasan li min hatin kirin. Hineka ji wan digotin: ji endezyariyê, “Zinar” çûye pey metelokan dikeve?! Lê min guhneda şitexaliyên wan, û ji xelkê min pirsî û hey min pirsî. Gelekan qencî bi min kirin, û metelokên binirx dane min.
Li vir, ez nikarim navên wan hemû kesan bînim zimên. Lê navên:- (Hac Ico yê Evdê Baco, Silo Koro, Keçelê Evdê Baco, Eliyê Rem`wê Feqe ji Xana serê, û Caziya Sofî Evdile ji Robariya, û Fikriya Zaza ji Qamişlo), nayên jibîrkirin. Çiku, her yek ji wan, hostayê şitexaliyê bû. Wan ne tenê metelok dizanîbûn, lê belê, ew pirsporbûn di warê çîrokbêjiyê û stranê de, û herwesa di naskirina dîroka eşîran de. Di wan (5-6) heyvên, ku min ji xelkê pirsî, kedeke ji (600) metelokî bi min re derket. Ez behrekê ji wan metelokan, bi vê gotarê re, ji xwendekaran re pêşkêşdikim.
Ka em ji metelokê û gotina kevin, werin ser gotina dema nûjen û şehrezayiya xwediyên wê. Ji boyî zengînkirina vî bebebî, ez dixwazim gotinên sê kesên ku min ew ji nêzîk de naskirin ji hewere bibêjim:
Ezê ji gotina bavê xwe(Mistefa Mihemed- Reşad Zaza) destpêbikim:
Bavê min digot:” Mirovê têr: gure. Yê fegîr: mihe. Yê têr (yanî: gur) bivê, wê ji xwe re bi mihê bileyîze. Ku bive jî, ew dikare wê bixue”.
Ez bawernakim ku; gotina Babo hewceyî şîrovekirinê bibe.
-Ezîz Zaza digot:
“Heke em feqîrin jî, lê merşikên me paqijin”.
Li vir, hoste Ezîz behsa paqijiya can û sincîyên bilind dike.
Bi hawakî din jî, gotinên rehmetiyê Ezîz tekûzin. Heke Ezîz, Bi hebûna malê dinyayê feqîre, lê ew bi paqijî û temîzbûna mala xwe: zengîne.
-Nayifê Paşê digot:
“Êko bi hezariyo, û hezaro ne bi Êkiyo”
Nayif, ev peyiva xwe, li gor meteloka Kurdî:-“Yek bi sediye, û sed ne bi yekiye” gotiye.
Mebesta Nayif Beg, ji vê gotinê,eve:ku bi kesatiya xwe, ew berhamberî hezar zilamiye , û hezar zilam jî nabin hamberî wî.
Bê goman, wan hersê zilaman, ev peyvên giranbiha, piştî kêferateke dijwar, û tecrîba xwe ya dûvdirêj di jiyanê de gotibûn.
Belê ezbenî ! eve gotina pêşiyan, û eve metelok. Wê (ango metelokê),bi wateya xwe ya kûr, bi û gotinên xwe yên xurt, cihekî bilind di folklora Kurdî de girtiye. Ji ber ku: di navroka wê de- (Xisletên netewî, şehrezayî û Ezmûna nefşên berê), ya sedên salan, gihane hev.
Behrek ji metelokên ku min dayî hev
-Adarê, dew li darê, ne li vê derê. Li binya çiyayê Şingalê
-Agir di destê te de bê, ne rêje. Gotin di dilê te de bê, ji dijmin re nebêje. Û xebera hişk bi dijmin re neqerêse.
-Ava xurta ber û arvas diçe
-Berxê mîjok nabê beran
-Bext reşî, bext tune
Çû mêrga, mêrg tune
Çû ser kaniyê, kanî tune
-Bila dil bi dil bê
Binê turik qul bê
Bila xwarina min û te, nanê gilgil bê
Bila mala me li çiyayê Qereçox, “qula gur bê”
Bila doşeka me erd bê
Bila balgigê bin serê min û te kevir bê
Bila lihêfa me, ezmanê bilind bê
-Pêşiya gotiye:
Bila rê bê, bila dûr bê
Bila bor bê, bila kûr bê
Bila keç bê, bila pîr bê
-Bila heft sala xela bê, û heft sala cela bê, û ne saleke neyartî bê.
Pêşiya gotiye:
25ê adarê. Heke barî
Kerê şixra nalî
Heke nebarî, dar kete diya cotarî
-Bûk li hespê ya, û hevsar li mistê ye, û kes nizanê nesîbê kê ye
-Çavê li deriya xwelî li seriya
-Çiya li çiya nakevê
Lê çav li çava dikevê
-Pêşiya gotiye:
Çiyayê di ser me re
Ev çiyakî lal û kere
Teyr qence, bi refê xwe re
-Destê temakara li ser dûvê sê ye
-Dihikê paşî, bavêje aşî, û navêje kaşî
-Diyarê bilind ji cîranê xirab çêtire.
-Em ne li Hotin, û em ne li Botin
Em li ser serê xwe derbelotin
(Hot û Bot gundin li Kurdistana- bakur)
-Ez çûme şerên giran
Ez zûrîm weke guran
Kesî nedî, birazî bûne weke biran
-Feqihê Teyra gotiye:
Wexta ez can bûm
Ez mehbûbê sorgula bûm
Wexta ez pîrim
Ez bi kovan û tîrim
Ez nehtorê lendikê û hêvîrim
-Genimê pir şirîka çûka xwar
-Gîskê got:
Tirt û tirt, sibatokê
Va ez gihame adarokê
Sibatê got:
Xuha minî adar!
Bide min, sê rojên xedar
Da ez gîsko ji ting de, bînme xwar
-Go:
Sofî! Çima te virnî çand?
Sofî go: wele min helî çand, lê virnî ket
-Heçî got û kir, ew mêre
Heçî negot û kir, ew şêre
Heçî got û nekir, ew kerê nêre
-Heçî xwedî pere, bizirê weke kera
Xelk ê bêjê xweş xebere
-Her kezî zerek, simbêl sorek di bereye
-Heta ez gulbûm, te ez mihtim. Wekî ez hişk bûm, te ez avêtim
-Hinek dikin, û hinek dixun
-Hinek hene can canîne, û hinek hene nan nanîne
-Go:
Hoste-necar!, raze weke her car
Mîr dimrê, dimênê Evdal
-Insan hene xweş mêhvanin
Lê ne ti me`zûmvanin
-Helbestvanekî gotiye:
Jariko li min jaro
Dinya almê, girtibûn dostik û yaro. Di siûd û qubala mide, banger û banî bû hewaro
-Jinika fileh got:
Ne`miko, rabe biko
Lê nemaye qewet û heraket
Ku te bivê, va ji te re enbûr û helat
Jinikê go: sebav! Me ezê çi bikim bi helatê bêsineet!
-Jinikê gotiye:
Çûme balavê, ma ji çi re
Wextê kiras û sayiyê lawikê min, ne bi mi re
Ne seet bê, ji canê mi re
-Jinikê gotiye:
Xudê siûd ne da min ji enzel
Min mêrek kir, kor bû
Min yarek girt, keçel bû
-Ji weliya dikevin xweliya, û ji xweliya dikevin weliya
-Kaliyê û koriyê, û mirin xweştire ji xîzaniyê
-Keçika bêdiyo, weke çiyakê bê rêyo
-Kevrê giran, di cihê xwe de başe
-Pêşiya gotiye:
Gevirê hevîna, bavêje binê kadîna
-Kurmê şîrê heta pîrê
-Lawikê derewîn, carekê dixuê firavîn
-Li ser serê diyara, hêr hêr neke
Ya bi te nexweş, bi hevalê xwe neke
-Mastê sipartî kitikê ye
-Mêhvan ji mêhvana nexweş bû
Xwediyê malê ji hemûka ne xweş bû
-Min bûka xwe anî bi lez û bez, û min li ser danî pez û rez, û sivika malê, mame ez
-Ne jina kenokî, û ne mêrê fihêtokî
-Ne gundê bê rez, û ne konê bê pez, û mirovê dibê: Ez û ez
-Pîrekî bêne li ser xencera, û neyne li ser xebera
-Qirûşê qul, hilîne ji roja teng re
-Rovîkî tewar, çêtire ji şerekî xerwar
-Roj dehfên û sal qedên
-Sala mijî, kodik tijî
-Sax dibê şûna xencera, xweş nabê dewsa xebera
-Sal bi sal, xweska bi par
-serhatî ji şêx û mala çêtirin
-Sê tişt hene bi dilêş:
Qereçî û mirîşk û mêş
Çiqa ti diberdê wa
Ew xwe didine pêş
-Soz û qirar nemane, bext wexte
-Şam şekire, lê welat şêrîntire
-Şam dûre, lê mişar nedûre
-Şêr Şêre, çi jine… çi mêre
-Şixul bike ji esas
Qene dil nekê was was
-Şûva rake, çala dake
-Talana tevde dawete
-tavek ji tavê nîsanê, hêjayê malê Xuristanê
-Temayî gûyê sê ye
-Ûrê pîrekê buxçike
Hin şêr derdikevin, û hin rovî derdikevin
-Wexta ez malim
Ez bi xalîk û xalim
Wexta ez ne malim
Ez Dodokê qulingvanim
-Wextê te girt, bernede
Wextê te berda, peynekeve
-Xeberê êvara, dikevin qulê dîwara
-Xwiha xwihanî!
Kamax şewtî ji wî nanî
Qatî wê li min û te
Bibê arzanî
-Pêşiya gotiye:
Yara kevin hespa zînkirîye
-Yê diçê masiya, qûna wî şildibê
-Yê karibê, bi canê xwe, û yê nikaribê, bi malê xwe, û yê nikaribê, bi zimanê xwe.
-Yê ne li govendê, xweş reqosiye
-Yê ne li malekê, nizanê bi halekê
-Yixtiyarî sed eyib û e`arî
-Zêr zanê û Zor zanê
Zêr zêre, û zîv zîve, û emanet Mihwa kudik pêve
-Zikê têr haj yê birçî nîne