Hevpeyvînek digel hunermend Muhemed elî şakir

  Hevpeyvîn: Hozanê girkundê

Hunermend muhemed elî şakir xwe tevlî şêl û pêla hestan dike  ûmîna glawêjeke ciwantirîn  xemla bejna hunerê dixemilîne û şewlê dide asîmanê dilê xewnan  geh bi xemav ya peynûsaxwe helbestan dihûne û xemêd  xwe liser riwê kaxezan radixîne û geh bideng û awzên xwe hestên evîndara dilivîne ji lewra mexwest em livî hunermendê deng xweş û giran buha jiwere pêşkêş bikin ûqonaxa dîrokawî ya hunerî bipîvin û belkî em dikaribin hinekî ji jiyana wî bi xwendevanare bidin nasîn
mamoste muhemed elî şakir tu dikare hinkî liser despêka jiyana xwe ji mere bide nasîn

ez disala 1946- ji daykbûm min xwendinaxweyî serateyî li devra dirbê sîyê bi dawî kir  ez dimalbateke cotkarîde xwedîbûm xundina mamosetyî li parêzgeha helebê min xwend û ya ingilîzî li zanîngeha helbê di çar salande min bi dawî anî min 12 sala mamostayî kir di sala 1975 min jin anî kecek û sê kurê min jê cêbûn ji ber vê yekê bav û kalêmin deng xweşbûn  ji lewra bibû tiştekî normal di malbatê de go em tev ji mozîkê hezbikin min gelek li êzgeha kurdî ya li bexdayê û li tehranê dihatin weşandin min jiwan hezkiribû  û min xweş lê guh dar dikir

di kîjan salêde te dest bi hunerê kir û bikîjan huermendî tû wirêçbû
 
buyerek herî mezin û gering di jiyana minî mozîkîde di kirîna kodekê ji bona ûdê de sala 1963 û de sala1969 min dest bnvîsandina sitran û awazan kir ez liser dengê arifê cezîrî û hesenê cezîrî meryem xan mecîdê herkî şemal jiber vê yekê ez ketim bin ban dora wan hunermendan

gelo hunermend hunerê tîne yan huner hunermeda di afirîne

di bawerîya minde hunermend hunerê tîne jiber hunermend merovekî aqil mende

disalên dawîde gelek xwe tevlî cîhana huner û sitranê kirin her yek go zanibe sitranekê bixwîne dibêje ez hunermendim tû vê mijarê çewa dibîne

mexabin ev tiştekî raste em gelek denig bêjan dibînin û dibhîsin di kenalên tv de merov naxwazie van denig û awazan bibhîze dibe go kontirol li ser helbest û deng û awazan hebin merovên hunermend divê hinkî xwe bi xwere bwestîne û li karê mozîkê vegere û hunkî buxwîne têde bighêje bi tayîbetî bi filklorê kurdî

mamoste li gorî ez di zanim komek we hebû bi navê (koma buhar) tu dikare ji mere bide naskirin sedma rawestandinê çibû
 
koma buhar pîrbû mezinbû nifşek nûjen hatin meyîdanê hinek ji endamê komê çûn dilovanîya xwedê û hink bûn hunermenên daweta jiber kom serbixwebû tu alî karî pêr nebû ne ji hêla partîyan ne ji hêla dewlemendan û me ji dewlemenda xwest lê bersiv nedan sedema din tomarkirina sitranan bû ye li ser tirakan û kumbiyûtiran ji lewra tu lizûmiya komê nema
 
hinek dibêjin dema hunermend birçîbe ewê hunerek birçî û xav bide

raste berê min ev got go hunermend awaz bend an helbest van nikarin tiştekî bikin gava go birçîbin

rola jinê di jiyana tede çiye û jin li nig te ciyê wê li kuye

kesek nikare rola jinê wenda bike jin di jiyana hemî merovîdeye taybet meruvê hunermend û deng bêj û helbestvan kelek mijarên sitiranên min hema çîrokên evîndaran pirê wan rastin û xwe tînin ziman ez dibêjim çiqas dilê hunermend tije evîn be hevqas wê dekaribe hunerê bide û bi afirîne

serdana perçê azad kirî li bîra teye go li wir bi serbestî tû dengê xwe bê tirs bang bike û şahiyekê liwir li darxîne
 
belê ez dixwazim berî mirinekê ez kurdistana azad bibînim û berçên din jî azad û ser bixwe bibînim lê mexabin berê tu şahî min li wir lidar nexstîye

mamoste tu xwe bêtir di kîjan werî de dibîni  awazmend an helbestvan
 
ez xwe dibînim helbesvan û awaz benid

ez gelekî bivê dîtina te kêf xweş bûm û gotinana dawî jitere dihêlim

ez gelekî dilgeşbûm bi vê hev peyvînê ev derfetek başe gu ez tiştê dilê xwe ji xwendevan û cemawerên kurdre bînim ziman û eşkere bikim hêvîyamin ewe go hunera kurdî bibe ya yekemîn di cîhanêde û serkeftin jibo hemî xebat karê wêje û tora kurdî

û sipas    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…