Bêzarbûyîna Ziman (2)

Siyamed Sîpan Uğurlu

Em xwe bera nav rûpelên pirtûkên olî û pîroz didin. Di destpêka her pirtûkên pîroz de bahsa wate û rola ziman tê kirin, ev dibe Quran, Zebûr, Încîl anjî Tebar dibe. Di hemû pirtûkên pîroz de tê gotin ger civakek zimanê wê di xeterê debe, civak bi xwe di xeterê deye.Li gora vê tezê ziman herwiha dibe klîta bawerî û hemû olan jî.

Bi hezaran zarava û zimanên cûr be cûr bi dagirkeriya netewa xwe bandor li heremê anjî li cîhanê kiriye. Wek mînak ku zimanê îngîlîzî niha di cîhanê de zimanê têgihiştinê û zimanê polîtikayê be, ev koka xwe ji dagirkeriya wan digre.

Dema mirov difikire ku ziman tineba, ewê Feqê Teyran nikarîbû „Ay Dîlberê“ ji feqe û teyrên xwere bigota, wê Dildar nikarîbû evîna netewî di sirûda netewî „Ey Raqîp“ de xûya bikira, wê Ehmedê Xanê destanên xwe nikarîbû bigîhanda roja me, wê Cîgerxwîn di bîranînan de bêzar bima û di fikran de winda biva. Ziman li gora rastiyên li jor jimartî bingeha dîrokê ye jî, bê ziman me nikarîbû bahsa dîrokê bikira.
Kanî em zaravayên zimanê zêrîn, zimanê çivîkan nas bike:
Çend zarava ji zimanê Kurdî yên herî zêde tên axaftin wusa ye:
1. Kurmancî li Kurdistana Bakur û Kurdîstana Başûr-Rojava tê axaftin.
2. Soranî an jî Bahdînî an jî Kelhûrî li Kurdîstana Başûr û Lûrî bi hindikî li Kurdîstana Rojhilat û Başûr tê axaftin.
3. Zazakî an jî Dimilkî an jî Kurmanckî û Şikakî li Kurdîstana Bakur tê axaftin.
4. Hewramanî an jî Goranî an jî Hewramî li Kurdîstana Rojhilat û bi hindikî li Kurdîstana Başûr tê axaftin.
Belê zimanê me ewqas dewlemende, ewqas bi şax û bere. Di zimanên din de, ji bo tiştekî gotinek anjî bêjeyek heye, lê belê di kurdî de carna xwe digîhîne çar, pênc bêje yan.

Hevalno dema mirov dipirse: „Ziman çiye”, bersiva sereke ku mirov digre ewe ku ziman alava fahkirin, alava têgihiştinê ye. Raste ziman amûra Komûnîkatîonê ye, lê ne tenê ev, ziman wek me li jor jimart herwiha di nava olan de, di nava mîtolojiyê de, di nava têgihiştina xweda û evd de, ziman alava mirovahiyê ye.
Ziman herwiha tê wateya çandê, tê wateya sembola civakan. Gelekî ku zimanê wî di xeterê debe, pêşeroja wî de xeterê deye. Bi qûrtasî têkçûna ziman, têkçûna civakê, têkçûna gelekî ye.

Otoasîmlasyon di roja me de dijminê Zimanî herî mezine. Otoasîmlasyon tê wata bi xwe „Xwe-Helandin“, dema mirov bêyî zext û zoran dev ji zimanê xwe berde, sedem wek mijarên bê wate şermbûn û fedî be, mirov bahsa otoasîmlasyonê dike. Wek mînak jî mirov dikare Ewrûpa nîşan bide. Dema mirov li ewrûpa biçe mêvandariya malbatek welatparêz, mixabin ji bilî tirkî û elmanî qebeqeba tu dengan nayê. Heyra herî mezin ewe ku mirov pîştî pirsê, bersivek wusa bigre: „Heval ez bi Kurdî nikarim xwe îfade bikim“. Pîştî bersivek wusa, ku wek şeqamekê li rûyê te dikeve, tiştê tê aqlê mirova serkeftina otoasîmlasyonê û serkeftina pîskolojîke. Rastî dema mirov bersivek wusa digre, mirov dixe nav şermek ku dikare mirov bi gûlpekê bifetisîne.

Em Kurd dibê êdî vî kirasê şermê, vî kirasê qirêj û gemarî ku di nava xwe de Kurdîtiyê wenahewîne ji xwe bikin û cilên Kurdî bavêje ser hestên xwe yî netewî.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…