Xêrxwazan 2 malbatên kurdan li hevanîn

(Qamişlo – Enteriyê / welatê me) iroj 28/9/2007 li Qamişlo / taxa Enteriyê, 2 malbatên kurdî – kû arîşeyek civakî di navbera wande rûdabû – li hevhatin, û neyartiya ku  15 salan dinavbera wande domkiribû, bi dawî anîn, ev li hevhatin li ser destê komîteyek xêrxwaz pêkhat, komîte jî ji van kesayetiyan pêkhatibû (Hacî silhedin ji gundê kêşikê, Sebriyê eliyê ehmed ji gundê girdêm, Heswê çep ji gundê Tildarê, Hacî beşîr ji gundê Kevrê dena, Casmê şêxê).
Herdû malbatên li hevhatîn, Malbata mer`ê , û malbata Diwîş bûn.
Civîna Lihevhatinê dibin 2 konê mezin de hat kirin û hijmareka mezin ji xelkên devera Qamişlo û gundên wê ji kurd û ereb û fileh û cihû lê amedebûn, di nav wande sekertêr û serkirdayetiya partiyên kurdî  û serok êl û kesatiyên olî jî hebûn.

Piştî kû herdû malbat li hevhatin û ew neyartî bi paşxweve hiştin, rêzdar Şêx Ednan Heqî gotinek ji amadebûwan re pêşkêşkir û bi kêfxweşî ev lihevhatin pîrozkir û sipasiya wan kesan kir ku bi vê gava pîroz rabû ne. Şêx Ednan berdewam kir û got: “wek hûn dizanin rewşa kurda zor xirab e, hemî kes dijminatiya wan dikin, divê em ji hev hesbikin, em nehêlin arîşeyên wilo dinavbera kurdan de çêbibin.. berê dinya tev dijminê kurda ye ji lewma divê em jî nebin dijminê hev, divabê em yek destbin jibo em li pêşiya wan karên xirab kû dijî kurdan tên kirin, rawestin” .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…