BangBeriya derdora 8 mehan, rojnamevan Ednan Hesenpûr û çalakvanê sivîl Ebdulwahid Bûtîmar(Hîwa) ji bal desthilata Îranê ve li bajarê SINE hatin zindankirin. Li roja 18.07.2007an, dadgeha Islamî biryara bidarvekirina herdu rewşenbîr û xebatkarên kurd wergirtiye û ew di zindna tekane de cîwar kirine.
Em kovar û weşanên bi zimanê kurdî yên li Sûriyê derdikevin, vê biryara hovane ya derheqa herdu rewşenbîr û tekoşerên kurd şermezar û riswa dikin, bang li hemî dezgehên mafên mirovan, raya giştî ya cîhanê, hezkerên azadiya mirovan, hezkerên peyva azad dikin ku li dijî vê biryara ne mirovane serî hildin û ji bo serbestkirina wan têbikoşin.
– Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re!
– Hilatina terorkirin û işkencekirina rewşenbîr û xebatkarên mafên mirovan ji cîhanê..!
Sûriya : 31.08.2007
* Kovara Aso
* Weşana Deng
* Kovara Gulistan
* Kovara Gelawêj
* Kovara Jîn
* Weşana Newroz
* Kovara Pirs
* Kovara Perwan
* Kovara Roj
* Kovara Vîn
* Weşana Ziman

Şîrove (0)