Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re! Azadî ji pênûsa azad re!

  Bang

   Beriya derdora 8 mehan, rojnamevan Ednan Hesenpûr û çalakvanê sivîl Ebdulwahid Bûtîmar(Hîwa) ji bal desthilata Îranê ve  li bajarê SINE hatin zindankirin. Li roja 18.07.2007an, dadgeha Islamî biryara bidarvekirina herdu rewşenbîr û xebatkarên kurd wergirtiye û ew di zindna tekane de cîwar kirine.

   Bi rastî, şerm û fihêt e ku di demeke mîna dema me ya îro de mirov di welatê xwe de, ji bo nerîn û helwesta xwe ya azad bête bidarvekirin..!!
   Li gora hemî zagonên navnetewî û prensîpên mafên mirovan di cîhanê de, mafê nerîn û derbirînê mafekî parastî ye, nabe tu dewlet, tu hêz vî mafî binpê bike û li gora berjewendiyên xwe yên tengî nijadperest vî mafê pîroz daqurtîne.
   Em kovar û weşanên bi zimanê kurdî yên li Sûriyê derdikevin, vê biryara hovane ya derheqa herdu rewşenbîr û tekoşerên kurd şermezar û riswa dikin, bang li hemî dezgehên mafên mirovan, raya giştî ya cîhanê, hezkerên azadiya mirovan, hezkerên peyva azad dikin ku li dijî vê biryara ne mirovane serî hildin û ji bo serbestkirina wan têbikoşin.
– Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re!
 – Hilatina terorkirin û işkencekirina rewşenbîr û xebatkarên mafên mirovan ji cîhanê..!

Sûriya : 31.08.2007

* Kovara Aso
* Weşana Deng
* Kovara Gulistan
* Kovara Gelawêj
* Kovara Jîn
* Weşana Newroz
* Kovara Pirs
* Kovara Perwan
* Kovara Roj
* Kovara Vîn
* Weşana Ziman

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…