PEYVA TAZÎ 16

Dildar ismail…

Hebû nebû ji peyva tazî xweştir nebû weke hûn dizanin gelek mirov û dewlet û mewlet rêxistin û mêxistin li hev civiyan di vê miha heştan de  û qûn ji xwe kirin û gotin çênabe israîl navê gundê ereba bighwerêne  û bikê navên îbrî û bi tilaq sûnd avêtin em qebûl nakin .
lê weke hûn nizanin israîla belengaz bi belengaziya xwe bişta xwe da wa û bersiv neda..lê me nejêye emê vegerin bi paşve bi çend salan li rojavayê kurdistanê rêjêmên arebên sûriyayê gundekî kurda ne hiştin û nav ne guhertin ji kurdî kirin arebî da ku bêjin ev dever ji berê ve erebin .lê sê ker û sê kûçik û çar qantir nebûn ku li hev bi civin û sal peyê salê ji navê gunda,dane peyî navê zaroka .û ji navê zaroka , dane peyî navê kûçika û navê kûçika jî tev guherandin hemî kirin arebî bêlomebê em nema  navê insana ji navê kuçika nasdikin.em dibê xelef  kûçikê çîrana tê, em dibê casim kuçikê dirêj û zihîf tê .em mane bê çare.lê şêrê bi tolikê ve girêdayî hê mexeltîne li malê .ne deng û ne ceng .mala we bi ser hev xirabibe.ma ne bese ..raketin ev ser çil salî ve .xwedê ji were nehêlê ne bese hûn tiştekî bi ser naxin hê hûn kar di rawistênin li derveyî welat û hûn xweş zanin rêjîma bahsa sûriyê wilo ji we dixwaze û rast an xwehir di keve xizmeta wê de.mûsê tê rêxistina xwe tûne dike,û besnê rêjîma sûriyê bi dijwarî dide bi aşq û meşq û seyran.û bi vegerandina  xwede li sûriyê li gundê xwe çaro derbasnebûn ew xaniyê xwe ji binve hemî xirakir da ku xanîkî nûjen avabike û mijûl bibe di polîtîka dunyayê de (pere ji azman daketin), tew û hew . û berazê xêro tê nav hev dixe û beroşa ava sincirê amade dike ji kesê ku xwe bilebitîne  wê rajê serê wî bika wê ava kelandî .û nemûna xwiyane û amedene .û  Alîko xwe xistiye beranê tov û rêxistina almaniya bi temamî tunekir û ew xweş zanê ku gelek ji wan hevalên wî bi qasî wî û heger ne bihtir xebat kirine û zindan xwarine.lê emê çibikin .û ê din ew şêrên vesîlandî wê vesîlandî bimînin..û bera bimînin lê her çîroka me bi dawî nabe û navê gunda winda nabe. Lê mixabin ku kes li guhertina navê gundê  kurda dernakeve .û xelkê pê mijûl nake.( ji ber em tunene))mixabin em nema dost ji dijmin nasdikin kî xizmetê dike û kî tirşikê amededike..
Tîpinî: ((hûn dilê xwe negrin ev peyva taziye heger navin têre derbasdibin çîroka kin wilo dixwaze)).
28.08.2007
dildarismail@hotmail.com  

      www.dildar.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…