Daxuyanî

Partiyên Kurdî û Kurdistanî wan êrîşên tîroristî li ser gundên Şingal pirotisto dikin

Di roja 14/8/2007’ an de , çend tîroristên xwekuj û hov êrîşên dirinde bi çar otombîlan ve berdane ser gundên Kurdan Girê Ezîz, û Sîba şêx Xidir li Herêma Şingal. Mixabin ku ewan êrîşan, ev gund ji ser û bin hilweşandin û bêtir ji 500 şehîd, û 375 birîndar ji Kurdên Êzîdî li şûn xwe hiştin..
Ev êrîşên tîroristî li ser vê herêmê di demekê de pêkhatin, ku miletê Kurd li Kurdistana Başûrê azad dijî û Hukûmet û Perlemanê Kurdistan doza cî bi cî kirina xala 140’ê ji Destûra İraqê dikin. Ew xala, ku dozê dike herêmên Kurdî yên dervî sînorê Kurdistan (Kerkûk û şingal û hwd) vegerînin û têxin bin desthilata Herêma Kurdistan de, ku xelkên Kurd li van herêman, çi Êzîdî û çi misilman û file, tev bi yek dengî vî dozê dikin û bi xurtî li kêlek pirojeya siyasî ya dîmoqratî disekin û bi tûjayî li dijî pîlanên tîroristan disekinin. Lewma ew jî bûne armanc ji tîroristan re, ewên ku ji mirovatiyê û şaristianiyê bi qûnaxan dûr in.
Em nûnerên partiyên Kurdî û Kurdistanî li Herêma Kurdistanê, vî karê rûreş û dirinde protisto dikin, û xwe dibînin hevbeşê êş û şîna xelkên xwe yên Êzîdî ku vê karasetê ew kirin qurbana azadî û dîmoqrasiyê. Herwiha em banga raya giştî û miletên yekgirtî û yekîtiya ewrûpî û hemî heskerîn azadî û dîmoqrasiyê dikin ku li kêleka miletê me yê kurd bisekinin û alîkariya malbatên şehîd û birîndaran bikin û dengê xwe bilind bikin li dijî tîrorê ku bûye nexweşiyek navdewletî û bê sînor. em ji van hêzan dixwazin, ji hikûmeta İraqa federal daxwaz bikin, ku herci zûtir xala 140’ê cî bi cî ke, daku miletê Kurd xwe bi xwe biparêze.
Em nûnerên partiyên Kurdî û kurdistanî serxweşiya xwe pêşkêşê Serokatiya Herêma Kurdıstanê , malbatên Şehidan,  û hemû kurdên Êzdî dikin .
Rûhê wan şad, cîyê wan beheşt be .. Mirin ji tîrorist û xwînrijan re.
– Hizba Demoqrata Kurdistana Îran
– Partiya Sosyalista Kurdistan-PSK
– Partiya Demoqrata Kurdî li sûriya (Elpartî)
– Partiya Azadî Kurdistan-PAK
– Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD
– Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûrî
– Partiya Yekitiya Demoqrata Kurdî li Sûrî-yekîtî
-Partiya Yekîtî Kurdî li Sûrî
-Rîkeftina Demoqrata Kurdî Sûrî
– Sazumana Xebata Kurdistana Îranê.
– Partiya Azadî Kurdî li Sûrî
– Partiya Demoqrata Kurdistan-Bakur

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…