Şengala Birîndar

 Seyid Feysel Moctevî
mojtavy@hotmail.com

Perên te
Yên
Rengîn
Carekî din
Wekî
Kerkûk
Û
Helebçê
Bi qehra dijmin hatin sotin
Qîriya
Zarûkên te yê bêziman
Di landikê de
Li der û kulengê
Guhê alema ker de
Dizivirin
Ema
nayêbihîstin

Penbû
Dikin pençerên guh
Piştî teqîna bombeyên terorîsmê
Terorîsma kor
Ku bêgunehiya te
Ya îro
Duhu
Pêr
Betirapêr
Di bal û zêhan cihana mekirbaz de
Nemîne……
Ma teqîna
Bombeyên
Terorêstên
Ereb
Xûn mij
Xûnxar
Znjadperes

Kêmtire
Ji
Erdhijîna
Pêroyê
Ya 8 rîştêran?
Ku
Hêlîna te
Li ser sorsorîşka de
Hirifand

Pitir
Ji
Hezar kes
Bê mal
Can
Û dest û pê kirin
Barana xema li çavên westiyayîye te dibarîn

Şengala rengîn
Xûna sor
Ser perên tey delal
Destên cinayetê
Nimayişgeha milletande
Dide ber mezatê
Heger carkî din
Çavê xwe negirtibin
Wekî
Enfala gelê kurd
Ya pêşîn
Bi destê baştirîn ereb
Serokê Hizba Beis
Ji zevî  û zar
Ciya û sere kanyên welat
Kirneder

Ku
Mala gelê kurd
Çolbe
Xirabe
Bibe cihê
Kundê ereb

Ne
Şengala dela
Erdê teyî zêrîn
Bi koriya
Çavê dijmin
Bi gulê Glisten
Rengîntir be

Yên desdirêj
Xûn mij û xûnrêj
Ku destê xwe
Di dirêjiya
Dîrokê de
Bi xûna
Te şuşyine
Dê destê van bişkê
Û bibe mêvanê gerdena van

Şengal
Şehîd
Birînadr
Malên hiloşiyayî
Zindaniyî
Sirgonîyên te û bajarên bira
Ji sînorê hijmartinê derbaz bûne

Belê
Tu û
Xûşk û birayên xwe
Her mane
Heta ku
Bi kuriya dijmin
Alaya serbestiyê
Di sibekî ronahî de
Ser dîvarên birîndare te
Sirûda pîroziyê bixwîne

Sine  2007-08-17
Helbest : Nû

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…