Helbestvanê Kurd yê ji Amedê: Arjen Arî Dibe Mêvanê Bajarê Qamişloka Evînê

Amadekirina: Lewend Hisên

Di destpêkê de, mamoste Konê Reş, Helbestvan Arjen Arî bi mêvanan da naskirinê, û weha axivî:

Arjen Arî helbestvanê Kurd, bi xêr û xweşî hatî bajarê Qamişlo, sînga Qamişlo ji helbestvanê Diyarbekrê re, helbastvanê Ameda şewitî re vekiriye, sînga rewşenbîrên kurd jêre vekiriye.
Em kêfxweşdibin ku îro em helbestvanekî ji Amedê ji Diyarbekrê di nav xwe de dibînin.
Me gelek helbestvanên Başûr dîtine, belê ev cara yekemîne ku em helbestvanekî, rewşenbîrekî, ji Diyarbekrê li Qamişlo dibînin, em pêre rûdinin, û em jê hêvîdikin ku ew jî li ser rewşenbîriya kurdî li Diyarbekrê, li ser helbesta kurdî li Diyarbekrê, li ser serboriya xwe ya helbestê ji me re bi axivê.
Em wî dibînin yek ji wan nifşên pêşî, yên ku dest bi rewşenbîriya Kurdî kirine, di Bakur de, ji piştî pêşeyî Mûsa Enter, piştî Fayiq Bûca, piştî Edîb Qerehan û piştî E.Rehîm Hekarî û yên mayî.. Ku ji sala Heştêyî û virde, an notî û vir de di Bakur de serê xwe hildaye, û xortên me, keçên me, dest bi nivîsandina Kurdî a Latînî kirin.
Bê goman helbestvan Arjen Arî, mamosteyê zimanê Ingilîzî bû li Diyarbekrê, nuha taqa`ûd standiye, xwe valakiriye ji rewşenbîriya Kurdî re û ji toreya Kurdî re, û bi taybetî helbest. helbestên wî jî li ser zîlana helbestên (Hay û Arotîk), li ser dîlana wan digere.
Ez jî dixwazim tiştekî bibêjim div ê derheqê de, ku Arjen Arî berî me tevan serdana Cegerxwînê Hesarê kiriye li Qamişlo di sala 1976ê de, wî bi qedr û qîmetê Cegerxwîn dizanîbû, wek mirîdekî seydayê Cegerxwîn ta roja îro jî, ew xwe dibîne, û gelek lêkolînên wî li ser seydayê Cegerxwîn hene.
Hem jî mamoste, helbestvan Arjen Arî wek şalyarekî rewşenbîriye di nav Amed û Dihokê de, di nav Amedê û Hewlêrê de, gelek bizav û xebatên wî yên rewşenbîrî hene, kêmî mihekê simînerek wî li yekîtiya nivîskarê Kurd li Dihokê hebû, ji rex yekîtiya nivîskarê Kurd çûbû Dihokê, simînerek xweş li wir dabû.
Helbestvan Arjen Arî xwediyê 4 dîwanên helbesta ye, dîwanên wî di navbera Stembol, Amed û Dihokê de hatine çapkirin.
Di vê hevdîtinê de daxwaza me ji vê hevdîtina bi lez û bez, ku em hevdû nas bikin, em nivîskarê Diyarbekrê nas bikin, nivîskarê Bakur nas bikin, helbesta Bakur em nasbikin.
Em û Hûn û helbestvan Arjen Arî.
Arjen Arî:
Hembêza we her vekirî maye, ez dikarim bibêjim ji sala 1925ê, ji wan serhildanên li Bakur ta îro, ez karim bibêjim Kurdên Binxetê, her tim azarkêşin û keda wan di serhildanên Kurd de, di rewşenbîriyê de, di zimanê Kurdî de, di hêla rewşenbîriyê de, qet nayê jibîrkirin, û cihê pesindayînê ye ji bonî min jî û ji bonî gelek Kurdan jî…..
Ji roja roj de, ez wek şagirtê Cegerxwîn xwe dibînim, bandora Cegerxwîn li helbesta min cihekî giring heye… lê min xwestiye di helbesta xwe de helbestvanekî xweser bim, nûjentiyekê bînim helbesta xwe…
Paşê li ser astengî û kelemên ku li hember rewşenbîriya kurdî axivî, wek parşebûna Kurdistanê û sînoran û zaravên herêmî li herêmên herçar parçeyên Kurdistanê, û bi ferehî li ser Rewşa helbesta Kurdî li Bakur axivî.
Paşê derfet hate dan jibo mêvanan ku pirsên xwe bikin, û yên ku pirs kirin ev bûn:
– Elî cizîrî: ka rewşa roman nivîs û çîrok nivîs çawa ye li Bakur û ji bo çi kurdên Bakur di civatan de bi Turkî bi hev re di axivin û daxwaza xwendin hin helbesta ji Arjen kir.
– Derwêş Xalib: ez dixwazim zanibim ka têkiliya rewşenbîrên Kurd li Bakur bi hev re çawa ye? Dezgehên weyî rewşenbîrî hene yan na?
M.Ismaîl: têkilî di navbera siyasetmedar û rewşenbîran de çawa ye?, û Berhemên we tê xwendin û firotin di nav millet de, yan na?, û nerîna we li ser rewşenbîrên Binxetê çiye?
Hesen Remzî: avakirina dezgehên rewşenbîrî di nav kurdên serxetê û binxetê de, cihê imkaniyê ye yan na?
Bihurî: çawa nivîskarên Kurd li Bakur xwe dighînin xwendevanên Kurd.
Nafih: Gelo Guhdan li zimanê Kurdî li Bakur heye yan na?, û çawa berhemên we tên xwendin?
Lewend Hisên: rewşa rojnamegeriyê li Bakur çawa ye, û Rojname û kovarên serbixwe hene yan jî na?
– Izedîn Mehmûd: Spasî û bi xêrhatina mêvan
– Mûsa Zaxuranî: Bi turkî te nivîsiya yan na? û têkilî di navbera rewşenbîrên Kurd û Turk çawaye?
Silêmanê Miradê Sêvê: Spasî û bi xêrhati mêvan, bi navê Koçka Qamişlo ya rewşenbîrî.
Rezoyê Osê: Mamoste te Entelojiya nivîskarên kurd nivîsiye, helbestvanên me yên wek Cegerxwîn û Ehmedê Xanê, xwendevanên ne xwende çêkirin, em di şevê tevî de li ser bandora rweşenbîr axivîn, gelo di wê Entelojiyê de tu rawestiyayî li ser Bandora wan helbestvanan di warê gelêrî de?, ev pirsek û a din: dibêjin çi beş ji çandê be, pêşnakeve, heger rexe ne li gel wê be. Rewşa rexnekirinê û nirxandinê li Bakur gihaye çi redeyê?
Bersiva beşderan yek bi yek hat dan, û her pirsek di hat kirin Helbestvan Arjen Arî bersiva wan dida, ji ber dirêjiya bersivê, me jî bi kurtî hin bersivên giring û sereke hilbijartin:
– romennûs û çîroknivîs li Bakur hene.
– Yekî Elmanî di hevpeyvînekê bi rojnama RADÎKAL re, bersiva pirsekê li ser parastina zimanên li ber mirinê weha da: heger ew zimanên xwe biparêzin, dive zimanê li kar nebin celdên xwe û ji celdan nebin malên xwe.
– Em li hev di civin wek komikên sêwiyan, lê dezgehên me tunene.
– Helbet, her aliyek, arîkariya dostê xwe dikin, û layingerê xwe dike, pir helbestvan hene, lê helbest li pejna wan nayê, lê hin alî hene piştgiriya wan dikin.
– Rojnamegeriyek serbixwe tune ye.
– Min bi turkî nivîsiya û jibo wê ez û helbestên xwe hatin girtin, ez 7 rojan di zindanê de mam, lê ew helbestên minî bi zimanê Turkî hîn di zindanê de ne.
– Têkilî di navberta me û rewşenbîrên Turk de siste.
– Nerixandin tuneye, mixabin.
– Hûn ji me tevan mîratxurê Bedirxaniyan û Cegerxwîn, kesin ji nav we Kurdên Binxetê derketine di qata navnetewî jî tên naskirin, hûn çûqasî di axaftinan de hevdû têşînin, lê dîse hûn li hev xwedî derdikevin, eva wa li Bakur tuneye, di Bakur de ku em ji hev di tengijin, ji hêla siyasî ve bi taybet, êdî em pişta xwe didin hev mixabin.

Qamişlo: çarşem 8/8/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…