Hêviyên Veşartî

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Mehmûd Birîmce helbestvanekî Kurd e ji
Efrîna zamdar e,hilgirê bawernama Lêsansê di zimanê Erebî de ye,ew
derhêner û hûrlênirînê  berhemên zimanê Erebî ye, lê bi ser vê de jî; ew
mamostê zimanê Kurdî li peymangeha bilind ya zanîngeha Helebê li Ezazê
bû û  ew niha jî li dezgeha xêrxwaziya  Barzanî li Efrînê mamostê
zimanê Kurdî ye.
Helbestvan Mehmûd bi du zimanan Kurdî û Erebî  helbestan dinivisîne,

berhevoka bi navnîşana (Hêviyên Veşartî) (35) helbestan di dilê xwe de  diparêze û ronahiyên (35) stêrkên  geşdar û xemxwar di ezmana gelê xwe  û civakamirovperweriyê de berdide,ristevan zane ku helbest êşdar e,lê ew  bawer dike jî ku helbest jiyan e,ew zane jî;ku êşa xwe û ya miletê xwe ne bê derman e û ew çareseryê di xwîn û cegerê xwe de bi stêrên hîm û latên welatê xwe av dide û ew bi rengên keskesorê re mîna dareke zêtunê dikene û eger li nik Feylesof  Siqrat dermanê xezeb û torebûnê  bêdengî ye,lê li cem Mehmud dermanên xezebê; qêrîn û berxwedan in.

Lê ez nikanim  vê nehêniyê jî; ji xwendevanên vê kurtegotarê veşêrim ku niha rih û tamarên vê berhevokê(Hêviyên Veşartî)bi zimanê Mîrê helbesta Kurdî Ehmedê Xanî; di çav û hestên min de pir bi hêsanî û dilgeşî xwe  berdidin.
Helbestvan di pêşgotina pirtûka xwe de pir kêse wateya(HÊVÎYÊ) ji xwendevanên xwe re zelal dike,ew dinivîse:(Hêvî çirûska şahî û geşiya  jiyanê ye,keştiya mirov e ya ku pê melevaniyê dike ta ku  xwe ji tarî û tengahiyên  jiyanê  rizgar bike ……  ).
Helbestvan Mehmûd Birîmce di pêşgotina berhema xwe de nivîsye:(Wateyên helbestên min;vedenga hundirê min û hemû kesên hêvîdar in).
Em baştir dibînin ku em  navnîşanên çend helbestan bi xwendevanan bidin nasîn :1-AZADÎXWAZ  IM.2-BIRÎNA BÊDENG.3-LO EZMANO!,4- WINDA ME-

5-LO BALINDEYO…!6- WELATÊ MINO.7 -PENABERO !8 -HÊVÎDAR IM .9 -LO DILO .10 – XWE NATEWÎNIM :11-ZIMANÊ KURDÎ.12-EZÊ VEGERIM .
Helbestvan mîna her wêjevanekî rastgo û bindest di guhên neyaran û dizên azadiya welatê xwe de dike hawar û qêrîn,lê ewî xwe radestî çarenûsa reş ne kiriye,ew heroj bi peyvên xwe û bi bawermendiyek bilind li deriyê azadiyê dixe û gulên  berçelmisî di dilan de bi hêviyên geş av dide û ew pir bi hêsanî peyvên xwe arastî balindên ezmanê dilbera xwe dike û sozên vejîna hêviyên gangilokî dide ax û darên pîroz û dibêje:
(Tarîtiya  zîndanan  hêviyên  min daqurtandine
Çirûskên  azadiyê  ji jiyana min  dizîne
Her roj ez xwe  ji rizgariyê re  tûj dikim
Hêviyên mirî di dilê xwe de  giyandar dikim .
Helbestvan hîn bi zelalî nasnama xwe  ji dijminên Royê û axa pîroz  re dide nasîn,bi hîm û latên çiyayên xwe çavên bûka xwe KURDISTAN   kil dide  û wê li hespeke rewan û kihêl  sîwar dike.
(…..
Ez im lawê royê me, ez im …
Ji hîm û latan, hêza xwe min girtiye
Ji çiyayên  welêt  vîna xwe wergirtiye.
…..  ).
Birîna helbestvan mîna birînên dilên Çiyayê Hawarê,Çiyayê Lêlûnê,çema Efrînê û bi qaserî birînên niştimanê xwe  û darên Zêtunê  li Çiyayê Kurmênc kûr e,lê eger birîn carcaran stêrên bêzariyê nabarînin û nalorînin,ew ji fireşteyên azadiyê re bi lalî dibêjin:Bes e!Em jî bi giyan û xwîn in û  eger westandin jî carna me dorpêç dike,lê bila neyarên me xwe dilxwaş nekin û bila bizanibin ku ala çirûskên geşbîniyê li ser  lotkên dilên me de semayên serkeftinan dikin.
BIRÎNA BÊDENG
Dema ku birîn bê lorandin dimîne
Dema ku ji ber nalînê  ve diweste
Dema ku hêviyên xwe di gola tariyê de diçîne
Çirûskên  geşbîniya dilê wî vedibrûse
…. ).
Bi ser jan û derdê helbestvan de;hîn kulek êşdar di xwîna wî de mîna dareke cehrê bê dilovan zîl dide,lê xuya ye;Mehmûd Birîmce bi vîneke xurt li hember bahoza biyanistanê radiweste û bi tijî dengê xwe ji dîlbera xwe  Efrîn re dibêje:
EZÊ VEGERIM
(Ezê vegerim welatê rengîn
Ezê bihêlim welatê biyanî
Hêviyên dilê min  îro diherikin  wek ava kanî .
…….   ).
Helbestvan Mehmûd Birîmce ne mînanî pir kesan di xwenên xwe de vedigerin hembêzên bajar û gundên xwe;ew bi serbilindî û bê poşîmanî ji biyanistana xemgiran vedigere paşelên darên henaran,zerdelan û bi  avên kaniyên zelal jî serên helbestên xwe dişû.

Efrîn. 11.05.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…