Vînos

Gurgan Elhac
 
Xewne ev yan ez şiyar im?! 
Çûye  payiz  hat  bihar im
Nav  binefş û bin nizar im
Nav  bihiştek  av û dar im
 
Nav    gulîstan  û  parêz im
Nirgiza  min li   hembêz im
Li ber bejnek xeml û xêz im
Li ber mêrg û dêm hinar im
Navçîmen wek du zarokan
Ser şaxan  wek du firokan
Li   spihir   mina du rokan
Ez  û     evînê     û   yar im
 
Ji  nav  xaran   di pişkivê
Gula   evînê          dilivê
Ji nav    dil ser rexle şivê
Divim sînga xwe lê darim
 
Çav li geşta    di derya ye
Dilê min  bi   du perya ye
Ji du   ezmanan werya ye
Ser pelên ewran siwar im
 
Ez  û     vînosê  serbest in
Bade noşî    nû sermest in
Ji    evînê       ranawest in
Nû di zanim bextewar im
 
Nû min   kêşa hilma evîn
Nû min  çêja   tama şîrîn
Nûka da min germa hêlîn
Pişt   li kovan   û   azar im
 
Nû li min xist ronya firişt
Nû  bi minre   kenî  sirişt
Kasê lêvan   fûrîne   mişt
Nû  bi felek    ez dikar im
 
Qamişlo…5/4/2000

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…