Helbest u pexşan

EFRÎNA RENGÎN Û XEMGÎN


Rûxweşê Zîvar

Efrîn dengê perzer û bilbila ye
Bîna binefş û nêrgiz û gula ye
Bax û buhişt û bihara dila ye
Derman û melhema derd û kula ye
*********
Efrîn Kawayê leheng û Newroz e
Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e
Bayê xweş û zîz û pak û bê toz e
Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e

*********
Efrîn ciyê firîşt û kevoka ye
Warê hechecûk û perperoka ye
Ne ciyê hêştir û pîrhevoka ye
Ne warê kêzik û gumgumoka ye
*********
Efrîn çiyayê Lêlûn û Hawar e
Kela Horî, Duderî û Endar e
Xwedî şûnwarên resen û kevnar e
Ne konê bê bingeh û bê dîwar e
*********
Efrîn çeleng û nazik û ciwan e
Lê bindest û xemgîn û perîşan e
Dermanê wê xebat û berxwedan e
Ne slogana bê hêz û sermiyan e
*********
Efrîn ava çemê geş û zelal e
Ji ber hovên dulingî pir dinal e
Dike hawar û qîrîn û dikal e
Lê komela dewletan kor û lale
*********

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…