Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka şêwekariyê li bajarê Şilêswîg vekir

Li bajarê Şilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka hunerî ji du şêwekarên jin re vekir.
Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne.
Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.
Ev yekem care li bajarê Şilêswîg pêşinegeheka du şêwekarên jin ji Kurdistanê, bi simbol û tevnehûnên Kurdewarî ji miletên corbicor tête pêşkêş kirin.
Pêşingeh li avahiya (Kultur L) ji 22.03.2024an heta 19.04.2024an dê berdewam tablo bi dîwarên pêşengehê ve bimînin.
Destpêkê Herdu rêzdaran mamoste Çira Doskî û Xanim Sîlkê Vîlig (Sylke Willig) bi firehî li ser evê çalakiyê û huneriya kar axivîn, digel pênasandina herdu şêwekarên jin xanim Sirwe û Renda  kirin.
Hêja ye gotinê ye ko ji sedemên xwe ên taybet şêwekar Sirwe Berzenjî li pêşengehê ne amade bû.
Xanim Vîlig (Willig) ji şêwekar Renda daxwaz kir ko li ser xebata xwe bipeyive.
Renda li ser xwendina xwe ya ko taybetmedar e, li ser pêkanîne şêwe bi alavên elektironî û nexşekirina kevalan peyivî.

Berpirsa navenda Kultur L Xanim Jêsîka Krol (Jessica Kroll) ew jî li ser heman mijarê got:

„Navê min Jêsîka Krol e, em nuha li avahiya Kultur L in, ko ev cih taybet e ji bo pêşkêşkirina çalakiyên kulturî, ez kêfxweş im ko evro Komeleya Kurdî-Elmanî çalakiya xwe ya ji bo du jinên Kurd ên şêwekar  li navenda me pêk aniye, ko kultur û çanda Kurdî nîşan dike.“

Di pey re xanim Sûzana Pêrtît (Susanne Pertiet) li ser çalakiyê axivî:

„Ez weke miroveka biyanî hatime evî cihî bi dîtina evan kevalan baweriyek ji bo min çêkir, ko evan şêwekaran tiştê dilê wan xwestiye bi rengên cobicor gotine.“
Hêja ye gotinê ye, hejmareka baş ji xelkên bajêr ji Kurd û Elmanan li ahenga pêşingehê amade bûn.

Ezîz Xemcivîn

Komeleya Kurd-Elmanî
(Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…