Vedenga kişwerên omîdan.

Mizgîn Hesko

Gotina xweş
Bihara dila ye
Tabloya hîn jî ker û lal
Wiha…
Ji qutiya rengan re digot…!

Ji nîvê valahiyê
Û ji kûrahiya nexşereyên axê
Şahmaranê…
Kajê tozgirtî
Ji ser bedena xopan radikir
Û ji nuh…
Ber bi destên werzan ve
Dibarî…!
Gulşevînên qurmizî û mest
Vedenga kişwerên omîdan…?!

****************

Û rûpelek…
Ji hevrîşimê berbangê
Û çarîneke bi doşava tavesorkê
Şewşenkirî
Wiha bêdengiyê
Sîtavên xwe…
Li kom û kolozên heyînê
Weşî bi weşî
Vedigerandin…!

Û rista ezberkirî
Ji xemreya cemalê
Her ku şev konê xwe vedike
Gelawêj…
Digihêje meqamê kemalê!

Bi hêminî…
Rist ji kûzên asoyê
Tête nohtin…
Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê li jor
Rezvan…
Û sazvanê cam û piyalê…?!

***************

Gotina xweş
Merhema birîna ye
Çivîka ji perên kakêşanê
Veqetiyayî
Wiha…
Qehwerengê darîn
Û dilkê keskîniyê
Ji xwe re hêlîn dinikuland…!

Tovê bi firmêskên hezê nixumandî
Çend rojan û vejînek…
Digihêje destên seridînê…!

Sinbilên bi libên xwe tije
Wiha kubar û paye
Sernişîvî rûdêmên axê dibin
Zêrê zer e
Zadê bi vegotinên biharê avdayî
Û nemaze ku tête heyranbêjiya çinînê…?!

***************

Gotina xweş
Şekirokê cejna ye
Şerbeta di paşşanan de teyisî
Li Xameya bêcir
Pîrozbahiya spêdeyê vedaye
Û ronê ji tilîkên Elindê
Weriyayî…
Di sebeta sîngê de
Paldaye…!

Û askên bezok di mêrgên hesatan de
Berfînên nazenîn di merdaniya destan de
Û ciwanîka…
Ji zeviyên spêdeyê hilperikî
Wiha lezgîn
Û careke dinê
Vedihewe
Arana di çavan de…!

***************

Gotina xweş
Bexçeyê gula ye
Û tu….
Ey gul, eger tu nazenîn î
Kengî tu, ji rengê rûyê zîn î ?
Wiha Xanî…
Kiras û xiftanê welatê xwe dirêsî

Rîsê bi hilma meya kevnar
Rêsayî
Bi hiriya beranê boz
Badayî
Û ji keziyên bozê rewan
Û ji miska gulyên karxezala
Di kevanên çavên Memê de
Zînegulek…
Û bilindahiya çiyayê miradê
Tîrvedan
Tîrêj
Û tîr dirêjî…!

Ey durdaneya
Ji zadê zarê şêrîn
Wiha mîr…
Morî bi morî
Pir sedef û mircan
Û yek gerden
Bejna xakê dirêsî

***************

Gotina xweş…?!
Û bi hêminî
Gotin di xumên siruştê de
Tête meyandin…

Ristezar û zerpîvok e
Mizgîn î û gulbihok e

Gulav, enber
Û bîn şimakok e
Sorgul, roz
Û bask kevok e
Li ser lêvên Newrozê
Xizêm û xalxalok e…!

Di meşka rewanê de
Tête keyandin
Hunerbaz û têr leystok e
Şînê deryayê
Û asîmanekî tijî stêr
Û rojan şînok e
Risteke bi awaz û sazî
Dilberek por zêrîn
Û can pir gijlok e…!

*****************

Gotina xweş…?!
Û gotin…
Ya law û xweşkok e..!

Ey durdaneya…
Ji zadê zarê rengizîn
Di bêdengiyê de
Gul…
Sirûd vedibin
Mijankên êvaran
Perwane bi êgir ve
Disojin
Û destên ducanî
Rist dirijin…!

Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê mihrevan
Rezvan…
Û danerê kilçîv û şemalê
Ji bilî beyteke dariştî
Bi yaqûtê zarê hingivîn
Çi Êdî …
Derdan dimalê…?!

Mizgîn Hesko

01. Avdara 2024

————————————————
•    Gotina xweş, bihara dila ye= ji zargotina Kurdî.
•    Ey gul, eger tu nazenîn î = Ji beytên Seydayê Xanî.
•    Cemal. Kemal= Ji Sovîzimê. Bi Erebî.
•    Mîr= Ciladet Bedirxan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…