Mizgîn Hesko
/ Ji bo pakrewanên me/
Ji mêj ve…
Dilên wan şar û gundan
Hînî hilma xeman
Û destên veqetandinê
Bûne.
Tewirî…
Spî û herî spî
Sirûdên berfînî vedibêje
Û bejnên ji dara miradê
Weriyayî
Dilop û dilop
Hûrgiliyên tabloya pêdariyê
Dijenîn in.
Krîstmas e…
Û peyamberên gulan
Ji mêj ve
Berê xwe dane rêka çûyinê..
Û li şûn wan
Patextên dûmanê
Di piyalên meyê de
Nûqbûyî
Û bi teqeteqa leystokên agirîn ve herî mijûl…
Û li wan şar û gundan
Teqreqa top û firokan e
Krîstmas e…
Û paytextên ker û lal
Bêdeng ji şûşeyên
Bi xwînê dagirtî
Serxweş man e.
Krîstmas e..
Ey delala min: Krîstmas e..!
Ji şûna dêmên te
Gerniĵneke sava
Ber bi dara sersalê ve
Dixindire…
Êdî bi hêminî rakev…
Dê barîna gulleyan
Nazikiya bedena te
Newestînin
Dê mij û moran
Çirsîna çavên te
Venemirînin
Û ew gula ku ji destên te ketî
Û di sorekî wiha pîroz de gevizî…
Dê neçilmise.
Krîstmas e…
Erê Krîstmas e…
Cejn û sersal e
Lê Bêrîvanê neçe bêrîyê
Guhanên hêviyê
Pûç û zuha ne..!
Mêrg bi lawiran dagirtî
Gur..
Bi hiriya berxan e..!
Bêrîvanê neçe cejnê
Peyamberên gulan
Ji mêj ve
Berê xwe dane oxirê
Û li şûn xwe
Izdehakên xwînvexwer
Û rewanmij
Bi tenê hêlan e…?!
26.12.2023