Nerîn û şirovekirin

Nivîskar: Muhamad Zade
Werger:Bavê Zozanê
 
Festîvala Helbesta Kurdî
Ya ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve li navenda Komeleya Hêlîn Essen hate vejandin 21.10.2023

-Carekê hevalekî min wisa ser posteka min nivîsî (Merov wilo dîrok ê dinvîse min xwend hûn jî bixwênin)..
Eynê gotinê ez jî ser gotara mamosta Muhamad Zada dibêjin ,((merov wisa dîrokê  dinvîse min xwend hûn jî bixwên in.))..wergêr

 

 “Nasname ”

Festîvalên helbestê platformeke edebî ye ku ji aliyê hin nivîskarên ku bi ziman û çanda gelan ve mijûl in û piştgiriya tevgera helbestê dikin, hatiye afirandin.

Ev platform û çalakiya ku dibe eger çend katjimêran bidome yan jî dirêj bike, lê encama hewldan û pêwendiyên bi dehê  heftiyan e ku di çaxê  hinên din li malê palvedane yan jî xwe ramedandin e – ew wek guldanka di qorzîka pencerê de ne.

Ji bo lidarxistina çalakiyên wiha hişmendiya çandî û canekî sivik  hewce dike ji ber ku ti dikare van rewşenbîran van helbestvanan vî miletî kom bike ku partî û dezgehên me nikarin vî karê qeşeng bikin encax di şahiyan yan di şîniyan de karin wan kom bikin.

Vêce di baweriya min de ger hûn karibin vê hejmarê di hundirê salonekê de bicivînin serkeftiyek mezin e.

Tişta herî girîng û balkêş di vê festîvalê de ew bû ku serokê festîvalê û endamên rêveberiya festîvalê rola çavdêr  rakirin nelîstin, lewma beşdarbûn ji her kesî re vekirî bû , û eve jî serkeftineke ji bo wan, ger komîteyek xwendinê hebûya ku nivîsên beşdaran qebûl bikira, dê festîval têk biçûya, ji ber ku em  wek cemawer helbestên ku komîta xwendinê jê hezdikir me yê guhdar kirbane, û ne bêçarim ku ji wê helbesta ku çavdêr hezkiriye ez jî  hez bikim.

Platformê hemî helbestvanê beşdar pêşkêş kirin ku piştgirî da serpêhatiyên wan ên curbecur di asta helbestî û hunerî de û bi vî awayî xizmet û navtêdana wan kir  ku sûdwergirtina ji ezmûnên  pêşêşkirî yên baş û çak  bikin.

Ya girîng di van festîvalan de vejandina wan e ku ew bi demê re bibe kevneşopiyek, ku dê beşdar û kesên ku beşdar nebûn bi xîret li ser projeyên xwe yên helbestê ji bo festîvala din bixebitin. Ku bibe mîna  pêşkêşkirina kurtefîlmekê di festîvalê de ku bibe pirek di navbera huner û temaşevan de û di navbera nivîskar û xwendevan de.

Di piraniya festîvalan de xwarin tê pêşkêşkirin û em jî li Kolnê, Dezgeha çandî ya Ta`an, xwarinê pêşkêş dikin, ku ev yek mîna simboleke kevneşopîye  ji  rêzgirtina mêvanan re.

Bi taybetî li vir, li ewropa,piraniya mêvanan ji deverên dûr tên.
Têkilya beşdaran, li vir bi şêwaza jiyanê ve girêdayî ye, ji ber ku  mirov nikare sê rojan  ji mal dûrbe û ne jî komîta çalekiyan dikare mêvanan sê rojan li hev kom bike , wisa jî wan bi cih û av û nan bike .

û ji ber vê yekê rêveberiya festîvalê biryar da ku di rêbaza flashback de, bi qasî ku karibe helbestvanan pêşkêş bike û derfeta çend xulekan de ezmûneya wan ronî bike.

Di mijara nirxandinê de jî ev yek ji du aliyan re hatiye hiştin (rexnegir eger hebin û temaşevan) Ji bîr nekin ku zeman kat û dem  garantiya herî baş e ji bo ronîkirin û parastina berhema helbestî ya baş, lê berhema xerab dê piştî çend rojan wê were jibîrkirin.

Li vir rêvebiriya festîvalê bi ser ket, di nenirxandina serpêhatiyên helbestî yên bebeşdar de, bi zanebûn tevgeriye û tenê wan pêşkêşî xwendevan û cemawer kir û dê hezkiriyên helbestê dawî wê wan helbestan bişopêne bi alavên hunerî û pêvanên rexneyê wê bêne başqekirin û ji berhevxistin.

Ez li vir hêvîdar im ku em awayê rûbirûbûna her bûyereke çandî biguherînin.Yanî eger kesek heye ku bixwaze rexneyê bike bila gotareke rexneyî li ser berhema beşdaran binivîsîne da ku em sûdê ji rexneyên wî werbigirin.

Dawî rexna mehrecanê  bi vî rengê ku dibe meteloka kurdî tîna bîra min (dawet li gundekîye û def li gudekî diye)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…