Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne)

 

Ebdûlazîz Qasim

Duhî, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya Mamosta Cegerxwîn, bi berheviya hijmarek ji helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welat û bi piştgiriya Komeleya Rewşenbîrî ya kurdî li Wolfsburgê, mihrecanek bi rêkûpêk yê Helbestê bo saxkirina salyada koça dawî ya Mamosta Cegerxwîn, bi amadebûna hijmarek ji helbestvan û kesayetiyên kurd ji wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesayetiyên civakî û herwisa bi amadebûna Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya jî hate lidarxistin, û têde çend helbestên kurdî ji aliyê çend helbestvanan ve hatine xwendin, zêdebarî çend peyv û stranên kurdî jî hatine pêşkêşkirin,

ku têde û li gorî dîtinek rexneyî ku çend helbestên ciwan û bi astekî bilind hatine pêşkêşkirin, ku bi rastî dengê helbesteke kurdî ya ast bilind hate bihîstin, û bêhna wan digel mûzîka kurdî wekî bêhn gulavê û bêhna gul û sosinê bihara kurdistanê di hola mihrecanê de fûrî û belav bû, û dikarim bi kurtî amaje bi dû xalên girîng bikim; yekem, her wekî me di pêşiyê gotî; ku çend helbestên ciwan hatin xwendin, lê ya herî giring bi dîtina min, ku di dawiya mihrecanî de, wekî destpêşxeriyekî ji aliyê komîta amadekar û helbestvanên beşdar ve, dazwaz ji mamosta Sebrî Resûl hate kirin wekî nivîskar û rexnevan ji bo rexne û têbîniyên xwe pêşkêş bike, ku bi rastî vê yekê gelekî bala min kişand, ku komîteya amadekar û helbestvan bi xwe bi dilekî fireh dergehê xwe rexnekirin û nirxandina berhem û karê xwe vekin!

Ji ber ku ez bi xwe jî li mihrecanê amadebûm û min ti rexne pêşkêş nekirin lewra dikarim bêjim; min bi mihrecanek serkevtî dît û bi tenê hêviya berdewamiyê ji wan re dixwazim û destxweşiyê li her kesekî dikim yê ku dest heyî di amadekirina vê çalakiyê de û hêviya serkevtinê bo wan dixwazim.
Münster 23.10.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…