Daxuyaniya Partiya Pêşverû di bîranîna (39) saliya koçkirina hevalê Cegerxwîn de

 

Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste Cegerxwîn endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê Qamişlo û di hewşa mala wî de hate veşartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan , û kaniya helbesta kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , Herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî Heşt dîwanên helbestan û hin pirtûk li ser rêzimana kurdî û Dîroka Kurdistanê nivîsandin û ji gelê xwe re hiştin.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna (39) saliya koçkirina wî radiwestin û dibêjin : Hevalê Cegerxwîn tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî.
Sed silav li giyanê te ey kaniya helbesta kurdî

/ 22 / 10 / 2023 Z – 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…