Beharek nû


Gurgan Elhac

Ji   cîwarî      kela  canî
Ji   deryaçê   ji   zozanî
Ji   kavilkî     dilê Xanî
Ji rondik hat, keça Wanî

*
Ji bihrîkên    mişextanî
Ji  kûr   rayê  dirextanî
Ji  omîdê     li wextanî
Beharek nû     te jîn anî
*
Dû  feryadê  li  biyyanî
Dû  leylanê   beyabanî
Dû eşkencê di zindanê
Tu bû rehmek ji ezmanî
*
Bi cî kir  min ji   wêranê
Birim    kuşkê   li eywanê
Li ber textê  xwe   sultanê
Li porê dest bir û anî
*
Ceger hêmin di  sîngê de
Bi navê  te   dilik    lê de
Ji nûr   tîpan li    hêlê  de
Peyamek tê ji    yezdanî
*
Mijûlbûyî            firişta re
Bi      Ahora      Avista re
Birim   berjor bi   mista re
Bilind ez çûm mi hew danî
*
Fereh basik    ji mir çêbûn
Firişt û xan hemû    lê bûn
Li azmanê      bihiştê  bûn
Li jêr kewser  çem û kanî
Dîlok:23.08.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…