Name/helbest

  Narîm Umer

Dema
Nameya te
ya dawî
gihêşte.
min danî
li ser Masa
yekrûyûyê
Azada
Mihemed şêxo

ya şêrîn
ez azad kirim
ji Arandinê Jînê
Destarê Tehsîn taha
ez di Xewnerojên
har de
zîvirandim
Fincana
Cegerxwîn
bersiva ezêtiya
min da
bi hatina Tîrêj
Maha şerefxanî û
Eyşeşanê
tu dibêjî:
Asaya Cîhanî
vajî di zîvire
îro ez darê
şikestî me û
Tu..wax..wax?!
Na..na
Ez û te
Du Tirhikên
pîrozîne
Yek darê
em bi can û
candik
Kirine
Dibêjî:
Tu dojî..
lewra biryara
koçberiya me
Ji Buhuştê za
Hevalo..
Leqamên
ne berhev
Li min neke
Raste..
Pênûsa Dîrokê
dibêje
Ez peryek ji
Baskên teme
Lê dîsa
min dibîne
Bingeha
Hebûn û
Mayînê
Çimku Buhuşt
di nav piyên
Minde hatiye
damezrandin
Hevalo..
Evîniyek bê hêz
ji te navim
Baş dizanim
Tu çelengî
ta sistbûna
Xwe de
Tu çelengî
Melevanek
Lehengî di derya
Halana
Rustem û
Kawa deyî
Şûrê Firorîtiş û
Deyok
 di birhên
Xwe de
Te parastiye
çîroka
Evîniya xwe ji
baskên
Leyla Qasim û
Cewadê
Hemawendî
vehûnaye
pênc dergehên
Firîştî radane û
pênc Mûm
bi dil kirine û
vedane.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…