Zanyar û partiyên totelîter

 

Rêber Hebûn

Zanyar di rewiştê de dibînin binema herî bilind  ji têgihiştina zanînê re, ew bişanhildaneke ji hezkirinê re ye, ji evînê dibişkive mîna xwedayekê ji çi nirxekî rewiştî re, rewişta yên pariyên gelemperatî ji xwe re dikin rêbazekê li gorî zanyaran ew hinek yaseyên peykerî ne armanca wan valakirina naveroka takekesê endam, ta tenê mirovekî ji çi vîneke zanyarî rewiştî ve rût be,ta jîndarekî kedîkirî be bi stûxwarî ve nêzî binemayên partiyê bibe bê ku ji xwe re guman bibe ji çi benemayekê ve ew ji xwe re dibîne nemûneyekî nemir, ji ber vê yekê partiyên totelîter dixebitin ji bo  valakirina naveroka takekes û alîgirên xwe ji vîna zanyarî û evîna xuristî ve, ta tenê bawer bibin ku çi rewişt jorî rewiştê partiya wan nîne û ti azadî ji derveyê partiyê ve nîne ,

 

bi vî awayî partiyên gelemperatî xebitîn li ser binpêkirina rewiştê bilind û vîna zanyarî û ew hêdî hêdî têkbiribû bi rêya pêşkêşkirina nimûneyên boş mîna : Mirovê partîhezê rastîn, partîvanê netewî, partîvanê şoreşger, partîvanê sosiyalîst, partîvanê Lîbralîst, olî, navnetewî, û ji bilî wan ji pergalên totelîter yên bê lebat û bê tevger, ji ber vê yekê em bi pergalê totelîterî mijol dibin û dighên encamekê ku ew nimûneya herî  navendî û girtî ye bi derbasbûna dîrokê ve, li gel wê takekesê partîhez yê totelîter takekesekî stûxwar û reben e, û jinê di partiyê de dema dev ji nirxên xwe yên takekesî berdide jineke durist û pak e bi bihaneya ku azadiya takekes bi azadiya civakê diqede, dighe asta ku her tiştî bide ta bibe urispî an ajaneke stûxwar, wisa partiyên gelemper mirovan dikirin û difroşin ta bibin alavekê, ji ber şehnaziya giyanî û naverokî li gorî dîtina alîgiran di partiyê de ye ne di takekesan de,bi maf û taybetmendiyên xwe ve û erkên zanyarî yên li ser wan , hevjînê keça Karil Markis jiyana xwe bidawî kiribû û Lînên 1 yek ji serwerên sosialîzma avabûyî di derbarê wê de wisa axivî û go : (  mirovê sosialîst a partiya xwe ye, mafê wî nîne jiyana xwe bi dawî bike.)

Hişmendiya totelîter nepenî ye li paş wê armanc û berjewendî vedişêre tenê bijardeya bilind sûdê jê digre, a vê sîstema durrû birêve dibe û berpirsî lê dike, û em dibînin ricîmên totelîter mîna Çîn û Koriyaya bakûr çawa xwe di tenahiyeke siyasî de hîştin û siyseta birçîbûn û dorpêçkirinê li ser gelên xwe pêkanîbûn,taku wê sînorê di navbera xwe û derdorê de biafirîne, kiryarên wê nehêne dimînin.
Bijardeya karker timî bê beranber dixibite û rastî gexwarinê tê , parî nan û karê wê dikeve metirsiyê, û di tirs û bizdanekê de dimîne , û dema Seddam Hisên desthilatiyê bi destxwexist rabû dest bi komkûjiya hola Elxild kir 2 di sala 1979 de, hevalên xwe qirkiribû bin bihaneyên pûç ji bo ji berkepên xwe ve xelas bibe.
————–
1-Filadîmêr Ilitiş Lînên di sala 22 Nîsanê 1870 de jidayik bû û di 21 çele sala 1924 de koça xwe kir şoreşgerekî Rosî Marksî bû, rageha Lînênî ya siyasî damezrandibû.
2- paqijkirina Partiya Baes di sala 1979 de bi sernavê komkûjiya hevalan , serokê komara Îraqê birêve biribû di 22 Tîrmehê sala 1979 de piştî binkeftina yekbûnê di navbera herdû baskên partiya Baes bi serkêşiya serokê sûrî ya berê Hafiz El Esed û serokê Îraqê yê berê Ehmed Hesen El bekir.

Xwedî dîtin û helwestan bi pêşdebirina kesên derewker  ve li ser wêrekan yên hewil didan partiyê di naverokê xwe de pêşbixînin bi rêya girtina wan bi guhertin û çaksaziyê ve, û bê guman ev yeka bi dewlet û serwerên wê ve girêdayî ye.

Wisa em dibînin berjewendî û bîrdozî herdû dixebitin ji bo lawazkirina hişmendiya endamê partiyê ta bibe bê vîn ji bo karguzariya rewiştên bîrdozî ya rêjeyî  yên partiya totelîter wê dibîne mîna nirxên xwedawendî nayên gotûbêjkirin  an gumanpêkirin, ji ber wateya vê yekê derketin e ji rêya partiyê ve, ji  ber vê yekê vîna takekes tenê ji bo parastina berjewendiyên partiyê ye û têkbirina hatinrêza mirovî bi rêya neyarkirina wê.

Ev girtinhevî di navbera pasvanê kevin û vexwenderên guhertinê de di her çaxî de berdewam e, ji ber vê yekê piranî tofên partîhez bi koratî û bi şehnazî ve bergiriyê dikin ji bo parastina nezanîbûn û paşdemayînê bi paşguhkirina hişmenda rexinegir ve û gotûbêja  avaker û dan û standinê, ji ber ku rexne û hişmendiya avaker tiştê nû derdixîne meydanê di her astî de û pîvanên rewiştî di siyasta rêxistinên gelemperatî hêdî hêdî êdî diçe bi rêya dan û standina xwe yê kirêt ve bi gelên xwe re, ew siyaset sawêr dibe ku bi rastî dikare bihêle cemawer û alîgirên xwe mîna şagirtên tembel hizr , û dijiminên xwe yê hundirîn her zêde dikirin, li gel wê alîgir di nav refên rêxistinê dest bi nandoziyê dikin ta endîza wê rêxistinê daxur bibe û avahiyên xwe bête derizandin, herwiha jî rolên nirxî hundirê cemaweran belawela dibin, hestên bê baweriyê di nava civakê de belav dibin, bê guman ziyankarê rastîn ew civak e ,mîna parîpariyê di nav vê hingemeyê de diyar dibe.

Armanca herî bilind ji mirovê nû re yê divê ji xwe re bike nimûneyekê mîna girêdana wî bi hêz û şehnaziyê ve ew di zanîna rêxistinkirî de ye.
Ji ber ku şêwaza komê partîhez tenê ji bo wêzimkariya tofê herî hindik û girêdayî ye, ev yeka li ser hijmara beşê parizvan e ji partî û binemayên wê re , ji ber vê yekê kom bi giştî ve du tof in:

-Tofê qayim ya bi bîngehên partî û binemayên wê ve girêdyî, ew tof rastî zehmetirîn fişar tê ji gefxwarina bi kuştinê ve an daxistina pileyê û cihê rêxistinî û neyarkirinê, reşkirin an dûrkirinê.

-Tofê dûvdehol yê di partiyê de ciyawazîtiyekê dibîne û berjewendiyên wê yên diravî a keysbazî têde tê parastin ji bo zêdebûna xweşî û dewlemendiya wê.

Ew tof xurt e , li ser hevdû ve binpêkirinên xwe vedişêrên, alîgirên guhertinê nikarên refên wê derbas bikin, ji ber ku guhertin ne ji berjewendiya wê ye, ji ber ku çi rêxistin an dewlet dema ava dibe têde girtinheviya heyînî di navbera parizvanî û guhertinê de çêdibe, her wiha di navbera resenî û pêşveçûnê , vebûn û girtîbûnê de, bi vî rengî ve binemayên partiyê dibin mîna depên bê can nayên guhertin .

Em meyze dikin metirsiya vê tofê ku bandorê xwe li ser dezgeha bilind  ji partiyê ve dike û dibe sedemekê ji hebûna partiyê re ji bo berdewamkirina qezencê û zêdekirina nezanîkirina xelkê û hişbirkirina wê dirêjtir dem, ev yeka di pergalên partiyên totelîter de bi rengekî taybet ve diyar dibe.

Zanyar xwe bilindtir dibînin  ji xwestina berjewendiyan ve bi heman ast û rengên wê ve , ji ber ku zanebûn ew berjewendiya bilind e yên zanyar ji bo wergirtina wê dikevin e pêşbirkê, herwisa selîqeya partîtiyê yê ji rengê partiyê ve û şêweya dan û standinê wê derketî ew ji reweştên nezanî ,windabûn û  girtîbûnê ve ye, zanîn bi mirov ve hewil dide ku berve rêxistina xuristî ve biçe.

Zanyar hebûna xwe ji bo zanînê dijîn, ji ber ku wê  wek nameya xwe yê sirûştî dibînin, yê çi kedxwarekî dilreş an nezanekî nikare biçewsîne, di zanînê de tundirewî peyda nabe, lê tundirewî dikeve di olan de û serkêşiya wê kesên tundirew dikarin bikin, zanîn mîna ramana netewî ya nijadî an erdnîgarî nabe, û nijadperestî an şofînizmî nakeve hundirê wê,mîna ketina wê di nav rêxistinên partîtî ya netewî û navnetewî de, an di pêşdemiya olî de, ji ber ku zanîn bi rewşa wê ya xuristî bilindbûn û serketin e dûrî desthilatiya netew,ol, rageh û nijadan, ol di rewşa xwe ya xuristî de tenê peywendiya mirov ya rewiştî ye bi ya din re ji bo xwedê ango Evîn.

Netewbûn di rewşa xwe ya sirûştî zanyarî de girêdana takekes bi komê ve ji bo hebûna taybetmendî, nirx,reweşt, ziman û dîrokê ye, û zanîn van taybetmendiyan û nirxên hevbeş betal nake, ji ber ew zemîna civakî ne ji pêşveçûna civakan re li gorî berketin û pêşveçûna wan berve zanînê.

Zanyar lîstina bi olan ve nevîtî dike ji ber ew ku ol nûnertiya peywendiya giyan bi ezmên re dike, û şofînîbûna netewî nevêtî dike ji ber ku ew reşkirina rastiyan e û biçûkirina rola koman e ji bo pêşvexistina taybetmendiyan û geşkirina jiyana azad, zanîn bîngeha derketina ramanên pak e , ew dihêle mirov nêzî jiyanê bibe bi berketîbûn û gehîbûn ve .

Partîhezî mirov dihêle ji hewaya azadiya zelal ve bê par bimîne û bibe dîlê hinek zanyariyên yên xwediyên bîrdoziyan li dor wê rûdinin, xwe bi parçeyên kêşeyan ve dorpêç dikin.

Zanyar rewiştê di hundirê zanînê de dibînin,  maf û erkên civakî ji mirov re mîna bîngehên qayîm  in ji çi avabûneke zanyarî re ji bo pêkanîna pileyên herî bilind ji şadî û bêr ve ji mirovahiyê re bin siha hebûneke gulgulî û bi pêşve diçe, heyîneke zanyar wê pîroz dibînin, wê dibînin jiyana gerentor ji xweşiya mirov û azadbûna wî re ji alavên pêşesazîkirina mirin, gemarbûn û tundiya xwînî ve.

Zanîna xuristî têrbûneke tekûz e bin siha  cûrebûna komên cuda ên bawer dibin bi sirûşta hevjînbûyî di  hebûnê de .

Barê zanyar giran e ji ber ku gizorîbûna evîn û zanistê nameyeke pêşîn e li ser milê kesê berketî û ramanyar ji ber ew tenê bedewbûn û nirxê maf û xêrê dizane û kar dike ji bo parastina hebûn û evînê bi rêya gera henas li tiştê wê dihêle li pêş hebûna lihevhatî bilind bibe.

Zorenga mirov bi nezaniyê re dirêj û tal e û bi hevgirtina zanyaran û yekîtiya wan ve hêza yê dikare afirandinê biafirîne berdewam zindî dibe bi derbaskirina peykera a ku di pergalê partiya totelîter de heyî û şerê sîstema nezanîbûna belavbûyî di nav de  û hestbûna bilind bi bedewbûna heyînê ve bi rêya welêt ve û gerentîbûna wergirtina pêkhateyan bi bilindtir mafên xwe ve, ji ber ku welat hebûn e û hebûna giştî ew welatê zanyaran  a mezin e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…