Simaîl Kosa

Burhan Hesso
 
Dem bê wate ye
Got in, bê xwê ne
Ta kengî , emê bi dizî bijîn û eşker bimrin
Diwêt di silavan de nema go ez ji te re rêkim
Em nema xeşûlê ji çol a AMÛDÊ ji bo DAYIKAN  diçinin lo
Lo hevalê pênûsê
rêwiyê keserê
Keleşêr ê şîrkirina Şeveqan
Mamostê hiş û sawêrên zarokan
Palevanê doza Azadiyê
Silava nanê sibehan
Lo
Ta Kengî?  
Emê bi dizî bijîn
Û beloq bimrin
Belû bimrin
Ta gengî ?
Emê ji jiyanê bitirsin
Û bi cegerek e sad e, zelal bimrin lo
Ka wê kî kolanên Amûdê bi pênûsê çot bike
Kevran ji tirsê şiyarke ?
Ka kî , wê biyanîbûn û xerîbiya me ji hêvyan re bibaske
Ka kî wê li çol a Amûdê, Genim ji xurêlê cudake
Wê dij dizê nanê me qîrin û bangke
Wê kî li pey min, ramanên hişê dîroka Amûdê bi xan û danke
Wê kî vê mirina di dilê min de ji xewê rizgarke
Û xwediyek î ji welatê me re binavke
Wê kî dizan ji hev tarwarke
Û destê qencan , bikêrhatyan , çêyan û xwedî xêran dihevke
Û vê Keleh a dilê min ji nûve kevir bi kevir avake
Û vê kel a hinavên min sarke
Wê kî koça mirinê ji kezeb a min barke Simaîl?

11.08.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…