Helbest u Vidyo

Baxê dîlbera

 
Simko

Evjî baxê dîlberaye       bilbilo têde bixwîne

Rengê dara tê de şîne         pirpirî her lê civîne
*********

mûm û findê perî cana       li hawîr dorê ronîne

wê çi çêbe gelo carek     li bexçê min jî bi xwîn

*********
gul û kulîlkê renge reng      hawîr dorê min tijîne

çiyayê min poz bilindin       şêr û piling lê bezîne

*********

kaniyê min pir tezîne      gelî têde  xemilîne

ware min her demî şîne      bilbilo têde bi xwîne

*********

li benda te gelek mame      bi ahîn û bi hêvî me

daxwaza min tenê care      ramûsanek eşq û vine

*********

ji wa lêvê te yê xemrî      berî cave teyê şîne

bi bilbil re bikim qêrîn      pir pira ala zêrîne

21/6/2007/heleb

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…