Simko
Evjî baxê dîlberaye bilbilo têde bixwîne
Rengê dara tê de şîne pirpirî her lê civîne
*********
mûm û findê perî cana li hawîr dorê ronîne
wê çi çêbe gelo carek li bexçê min jî bi xwîn
*********
gul û kulîlkê renge reng hawîr dorê min tijîne
çiyayê min poz bilindin şêr û piling lê bezîne
*********
kaniyê min pir tezîne gelî têde xemilîne
ware min her demî şîne bilbilo têde bi xwîne
*********
li benda te gelek mame bi ahîn û bi hêvî me
daxwaza min tenê care ramûsanek eşq û vine
*********
ji wa lêvê te yê xemrî berî cave teyê şîne
bi bilbil re bikim qêrîn pir pira ala zêrîne
21/6/2007/heleb