Efrîna min! Girî li bejna te netê

Ebdilmecît Şêxo

Tevî bêzariya te
Tevî êşa te
Tevî qêrînên dîwaran
Tevî girîyên kavilan
Tevî qêrînên derguşan
Tevî axînên darên kokbirî
Girî li bejna te netê
Efrîna min !

Stêrên çavên xwe
Ji rojên zemawendên bûk
û zavên  xwe re veşêre !
Agirên Pêlên evîndarên te  
Awirên neyaran di landikê de
                                       Dişewtînin
Girî li bejna te netê
Efrîna min !
 
Îro Newroz e
Li gelê Kurd
Û Ferhan
Mihemed
Nezmî
Û Mihemed Fereh   
                         pîroz e
Girî li bejna te netê
 Efrîna min !

Cindirêsa min !
Helebce xûşka te ye
Silêman Adî birayê te ye
Kurdistan dayika te ye
Mesud Berzanî serokê te ye
Girî li bejna te netê
Efrîna min!

Newroz nîşana serkeftina te ye
Newroz nîşana pêdariya te ye
Lîliyên dayikên  pakrewanên te
Xemlên te ne Cindirêsa min
Girî li bejna te netê
Dilbera min
Efrîna min !

Efrîn

     21.03.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…