Zanîn rastiyeke di siha hebûnê de

 

Rêber Hebûn

Kombûna gendeliyê hîşt tofên pelixî di heyecaneke berdewam de bimînin, taku ji baskên yên ku hêzên nezanî û ezezî  sepandibûn rizgar bibin,û  dema dadmendî û maf di saziyên dewletan de nebin bangên şoreş û xwepêşandanê dibin destikeke bi sûd ji bo danasîna bi zordarî û sertiya a ku wêranî xiste di hebûna welat de, û dîrok li ser serdemên mirinê  yên desthiladaran  wekî vekirokan wê binav kirin dibû  baş  çavbînekî , û van pêngavan wekî talankirinên bêdad bûn ji bona lêdana hevrista nirxî û reftara jêrîn ji civakan re ên rastî pelixandinê hatibûn , û wisa ziyan gîha heyîn û hatinên wê yên jîndar, û van talankirinan dibûn asteng li pêş gîhabûna civakan li zanînê, û bi nebûna dadmendî û ewlehiyê hebûn rastî gefê tê û herwiha bangên zordariyê belav dibin û vexwendina wê  û bidestxistina tofên barketî ji mafên xwe yên xuristî re a ku hebûn ji wan re parastibû, û rêya ku bêdadî û nezanî li ser be ticar nabe rêyekê ji evîn û zanînê re.

 

Û talankirina Mexolî 1 bandorekî xwezayî li şaristaniyên ku li Bexdayê  û li dorê wê hebûn kiribû, bi encamê têkbirina Mexol ji gelek pirtûkên girîng re yên ku zanyarên wê serdemê berhemdabûn, wateya vê yekê ku ceng  timî li pêş netewan dibû kelem û astengekî ji bo pêşveçûna zanyarî.
Û diyardeya zorengê diyardeyekî pêşîn e ketibû yek rêzên lutkeya lêpirsîn û bîraweriya mirov ji henas û hebûna wî û a din re , nexwaz ku peywendiyek heye di navbera henas û a din wek peywendiyek nakok li ser zorengê ji bo gîhandibûna qezenc û xêra ezez , û zanyar dibîne ku divê têkiliyeke bêhtir wekhev, hevseng û hevsanî hebe  di navbera henas û kesên din de, û felsefeyên ên ku ez dewsa kom pêşde birin û jiyana mirovî hîştibûn li ser zorengê cîgir bibe, rê vekiribûn ji vekirina dergehên zordarî, sertbûn û hêzê, û zanyar gelek dixwazin bighin şadiyê , şadîbûna takekes û a din bin siha komê û di çarçoveya lihevhatin û lihevkirinê û hewildana berve hevberîna zanyarî.
Û amadebûna henas di komê de û bervajî ji berhema zanîna mirov û dîtina wî ya hevseng e li kêlek hebûn û cîhanê.
Zanyar bi vebûnê ve niyazbûyî ne ji bo zanîna rêyên rizgariyê ji hebûnê re, û girtîbûn reştariyeke ,kesên nezan û zorkar wêna bikartînin ji astengkirina rola gelan di pêşveçûn û balabûna wê berve baştirînê ,û diyardeya zorengê diyardeyeke divê erêniya wê ji neyîniya wê bê zelalkirin, û dehfandina berve erêniyê ji bo jêbirina neyîniyê li ser rêbîra zorengê ji bo baştirîn û balabûnê
—————————-
1- Mexol: ew gelê bakûrê rojhilata Asiya ne, û ji gelên êlî ne bi zimanekî hevbeş û reftarên koçerî ve beşdar in,welatê wan niha dabeşkirî ye di navbera dewleta Mengoliya a serbixwe û navçeya Mengoliya a hundirî bin siha dewleta Çînê ye û başûrê Rosiya y.

timî, û zanyar ji xwe bawer e, û ji bo zanebûnê dixebite bê ku bi bar an bi
astengî û bêcaniyê hest bibe, ji ber ku çi takekesekî zanyar xwe pêşde dibe bi rêya  bandorkirinê bi a din ve,bandorkirineke xizmeta bîrawerî û balabûna wî dike bi piştpêbestbûna wî li ser henasê xwe.

Rêvebirina zanyaran ji henasên xwe re li ser peywendiya erênî bi xelkê re cîgirbûyî ye, dan û standina cîgirbûyî li ser têgeha tevgerê û li peyketina bi dû hemî rewşên hestî li cem cemaweran û zanîna kiryarê gewdehî û rewanî û herwiha têkiliya gizorîbûyî di navbera zanyaran de pêktê, û zanîna rastîn di çarçoveya  rewşa civakî û rewiştî ji civakan re ye, bi nêzikbûna xwe bi a din re, û civandina heldêra civakî di nav wan de.

Û di hevaltiyê de balatir derbirîn dibînin li ser hebûna xelkê bin siha hebûnê hebûneke rastîn pêdiviyên bîngehîn ji mirov re  têr dike, ji ber vê ew ji rizgarbûnê ji desthilata goşegîrbûyî di hêwirên ezeziyê û qezenca teng yê bi hezan ve  girêdayî ye xwestekeke jîndarî ye û vekolîna li ser hevaltiya cîgirbûyî a bi rengekî zindî bi pêdiviyên hiş û dil ve ji raman,başî û rewiştî girêdayî ye.

Û gotin bi ramana dademend wateya wê ew ramana a ku bi pêdivî û xwestekên gelan re dimeşe, pêwîstiya xwe bi ewlehî,xweşî û zanebûnê, û xwestina wê ji aştiya cîhanî û qezenca cîhanî re .

Hebûn îro ji zanyaran re ye yên  bin siha ramanekî berfireh ,ferebûyî, resen û  vekişayî geş dibin, reseniya xwe ji endîza nêdar û şaristanî ji gelan werdigre, ne teng û desteyî ye.

https://youtu.be/XJJ97S1byr0

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...