Cîhangêriya zanyarî

 

Rêber Hebûn

Armanca a ku divê bi rêya wî hinirên zanyarî ji bo hebûnê bi yek bin ewa bi dîtina şêweya rêxistinî a giştî ye, û ewa destika gerentor e ji berdewamiya pêşveçûnê  bi rêya berdana cîhangêriya zanyarî, ji ber  ew destpêka zengila dawiya aloziyan e ,yên gelan dorpêç dikin û wana di warê aborî de diwestînin, û wana jî li cengên vala û berdewam dehf didin , û rêxistina sertî ,birçîbûn û zordariyê bi rêya cîhangêriya zanyarî wêran dibe, û kelemên yên di nav zanyar de li warên hebûnê bi dawî dibin, di bin siha vê cîhangêriyê de jiyana hevbeş û destdanhevî di navbera cudahiya desteyên dewlet û herêman de pêktê , ji bo pîlankirina pêşerojek e gulî ji hebûna bedew re, û tunekirina malgirtin û têgehên wê yê bi aliyê ezezî, nezanî û zorê diçe.

 

Çanda cudabûnê kedek e zanyarî ye biciyawazî  û berzkirinek e bedew e ji  pinca hatinrêziyên bala , û afirandinên bi nirx re , û derpirandinek e bêtir e ji dayîn û pêkanînan re û parastina jêgirtiyê yê ku bi rêya wê qameyên jiyanê li cem gelan bi rêya afirandinê aşkere û   pirreng dibe, bidawîkirina sitemkariyê, û parastina mafê mirovan.

Û ramandin ji navdariya berketvan e ji henas re û ji gewrebûna hebûn û hinirên bedewbûnê , û çi rê ji bo yekbûn û yegirtina civakan re nîne ji bilî bin siha zanînê ,û yekbûna a ku em binav dikin wateya wê nemana sedemên awanteyê  û wêraniya nirxî ye, û ne watekirina wê, rakirina rolên bijarde ,reng û pêkhatiyên civakî ne yên ku bi taybetmendiyên xwe ve ligel hevdû jiyan dikin.

Ew bend dihêlin ku barê jiyanî bêhtir bibin, ji ber ku tof, rageh ,ol û netew rengên ku dilxwazê dadmendî û rehetiyê dikin , eger ku em sedemên çêbûna wana  di nav xelkê de bi rastî vekolînin, ji ber vê yekê zanyar dixebitin li ser aşkerekirina zanînê  mîna tevinekê van rengan dinixumîn e ta bihêle bêhtir bedew, çirûsîn û zelal be.

Fermandariya comî zêde sitemkarî û bindestkirinê ji bo bijardeyên civakî re diçîne, û fermandariya ragehî nezanî û gelaciyê tîne, û fermandariya olî tund û tojî û sertiyê tîne, û rê ji bo azadîbûna vînan ewa zanîn e, û zanyar dikevin e pêşbirkê ji bo gîhandina evînê a ku nûnertiya zanîn û hebûnê û doza hezkirina wê dike.

Zanyar li ser hizirkirina hebûnê, û vekolîna zanînê û berdana hezkirinê di nav xelkê de li hev dikin, ji ber ew rêyek e ji bo vegera mirovê hişmend li şaristaniyê, cudabûn û hatinrêzê, û ji ber ewa tek tiştek î lihevhatî ye, berhinde xêr ji hebûnê ye û bedewbûn zanîn û evîn e .

Nexwe evîn perestoya nirx e û ji hebûnê re vedigere yê jê zanîn dibişkive a ku zanyar armanca wê dikin.

Zanyar têkilek e ji cotbûna evîn bi hebûnê re bi rêya mirovê berketî  û çaxê ku alavên xwe bikarbîne ji têgihiştina vê felsefê wê bê naskirin bi mirovê zanyar û wê bibe ji rêxistina zanînê, ji ber hinirek e naye tunekirin ji avakirinê û sîstemê saz dike.

Mirovê niha baweriya xwe bi evînê nema ji ber wê dest bi darêjdankirina wê kiribû, lê zanîna a ku li ser hezkirina heyînê avakirî ye me dihêle ku em bi dû ramanên nû bikevin ji bo jiyana me, ji ber ku bîngeha a em ji xwe re ava dikin bîngehek e rastîn e.

baweriya a ku bêcanî û winda  nabe û yê ku timî diyar dimîne bi ferehiya gerdûn û jiyanê: ewa zanîn e a ku asoyên mirov vedike û dihêle rewanê wî nêzî sirûştê bibe, sirûşta a ku Zerdeşt 1 hezkiribû û vê yekê Nîtşa behsê kiribû di pirtûka xwe yê ciwan de bi navê ( wisa Zerdeşt axivî) , û evîn nemir e, nemiriya yekbûna tûximê bi giyanê ve, û ew di zanînê de cîgir e û bi yekbûna hebûnê  diyar e .

Zanîn ew nirxa bilind e a bi rêya wî bangên mirovahiyê teva bi yek dibe, û bîrdoziya gelemper e  ji ber  guherbar û guherî ye, lê bîrdoziyên cîgîrbûyî dîlgirtî serdem, kom, û bijardeyê xwe ye , yên di berjewendiyên xwe de girtî ne, û ew bîrdozî tim rastî xirakirin û xarbûnê tê.

Binema li ser zanînê radibin, zanebûna a ku hinira guhertinê sînordar nake, û ne mebest bi binemayan helwestên niha ne , yê cîgirbûyî di evînê de ewa dayîn e, ji ber ewa navdariya hebûnê ji me re ye, û em fêrî dayînê bi zanîn û evînê dibin.

Evîn ew zanîna a ku namiçiqe, û rê ji bo jiyana nû li gor dîtina zanyaran ewa lêkolînkirina mirov e û xwarinkirina wî bi sedemên hezkirina wî ji hebûnê re, heta ku mirovê zanyar eger naverokî an zanyarek î giyanî be , herdû jî bi xuristî û lihevhatina evîn û xweda bawer in ji ber ku ew dûmahîka têgihiştina gerdûnê ye, û zanîn di henasê zanyaran de lagirtin, goşegîrkirin û bikevirbûnê têkoşîn dike.

—————————
1- Zerdeşt li navçeyek e ji rojhilatê kurdistanê ji 3500 sal jidayik bûye, û pirtûka pîroz ji ol re binavê Ebistaq an Evista ye, bi zimanê kevin hatibû nivîsandin û jê zimanê Kurdî pêkhat.

Zanebûn mirov ji lawazbûnê balatir dike  , ew şoreşek e li hember darêjdankan e, û afirandina alavên yên pêşketina karbînîbûyî diafirîne,û ji mirovahiyê re ragehên jiyanê û reftarên wê berhem dabû, lêbelê beranberî vê yekê ramandin û dagihêjî kiribû jêre bîngehekê ji bo berdewamkirina jiyanê û ewa felsefa bi armanc e ji azadiya mirov û diyarkirina rastiya şadiya wî  re bi rêya yekgirtina mêjî û dil yê ku ramanên pak tînin.

Û bawerî bi evîn, hebûn û zanînê ji bo zanyaran e û her zanyarek î ji xwe re rêbazek î hildibjêre ji bo bişanhildana evînê.

Ji ber ku zanîn ji berhemê keda mirovahiya hişmend e, û pergalên netewî yê ku li ser rêbazek e ronakbîrî diçin lê bîngeha xwe li ser dûrkirinê cîgirbûye, û netewbûna erdnîgarî lawaz e di hundirê kesên xwe de tiştekî neçandibû ji bilî dûbarekirina sloganan û razana li ser xewinên lawaz û pesinvaniyên donkîşotî , û rewanê zanînî girstirîn hinirek e ku dikare jiyanê ji nû ve  weşan bike di giyanê netewên xwe radestkirî ji temara serberjêrbûnê.

Şofînizma netewperestan û nijadperestiya wan ziyanên bi du hevdû ji netewan re anîn û ew netew ranabin bê hezkirin û hevnasînê di vê hebûnê de, û zanîn xwenasînek e zanyar e ne ya netewek î bi xwe ye ji bilî ya din, û ewa xebatek e bi rêk û pêk e û şoreşek e keftikî ye dijî ropartên derewîn bi hatinrêzên sexte ve, û rabûna netewan e bi serhildana wana li hember binaxkirin , mirin û sitemkariyê, û dijwartirîn girêdan ew a , girêdan bi zordarek î re , û sertirîn koldan e ,  koldanbûnên me ji bo gurandina gelên yên berketî şiyarbûnê bûn  piştî serdemên razan û xumamiyê.

https://youtu.be/aGFMM0–CTw

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…