Min ji destlatdar re got

Ehmed Meter
Werger ji Erebî:Dr.Ebdilmecît Şêxo

Min ji destlatdar re got: Te  em anîne jiyanê?
Ewî got: Na …. Ne ez im
Min got: Eyan Xweda, tu li ser me kiriye Xwedayek?
Ewî got:Ev ne liyaqî Xweda ye.
Min got: Me ji te daxwaz kiriye ku tu destladariyê me bikî ?
Ewî got:Na !

Min got: Eyan deh welatên me hebûn
Û  welatek ji wan balê  ye(bi karhatiye) û pêwîstiya me pê tuneye
Û me ew welata daye te?     
Ewî got:Eva  çê nebûye û çê nabe jî .
Min got: Te tiştek bi dên daye me?
Eger em dênê xwe ne din te
Tuyê vî erdî li pêş me winda bikî.?
Ewî got: Na!
Min  got:Eger tu ne Xweda bî  yan ne  bav bî
Yan serdarekî  hilbijartî bî
Yan maldar û dayînger bî
Vêca Xêre, ya lawê filan kesî ,tu li me sîwar dibî?
.…..Lê  di vir de xewin bi dawî bû
Lêdanên deriya min ez şiyar kirim
Deriyê ji me re veke bêjîyo!
Deriyê ji me re veke !
Xewnek noker di mala te de heye !!!!!!!

   Efrîn.22.09.2022  

X:Ehmed
Meter helbestvanekî Îraqî ye ,di sala 1954 an de ji dayik bûye,ew  niha
li Êngiltera dijî  û heft dîwanên  wî hene û ew li seranserî welatên
Ereban navdar e.
Çavkanî: Fêsbok

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…