Pargînparêz im Ez

Rêwan Mîranî

Helat stêra şivana
Bayê sibê çi xweş tê
Gazî bikin bêrîvana
Ronî ji rûyê geş tê

***

Werin da reşmala rakin
Li ser pişta hespa kin
Pargînek dî avakin
Payzê em ê werin

***

De werin biçin zozana
Piştê bidin germiyana
Cihê giya li çûka
Kêfa mezin û biçûka
Dîlana zava û bûka

***

Sîtil û beroşa bînin
Firşik û hêvên lezînin
Bikin mast û penîr
Ya mayî bi meşkînin

***

Bînin şînbozê min
Rim û mertalê min
Da linga bikim rikêbê
Desta bikim desgînê
Hespê xwe bidim cidîda
Pargîn biparêzim tev egîda
Xweşkin warê jiyanê
Berî biçin nemanê

***

Berê xwe bidin warê jorî
Berçêlan û zozana
Cihê keyf û seyrana
Piştê bidin germiyana
Pêşî û toza keriya

***

Silavê bidin herekolê
Kulîlka berfê şîn û morê
Pargîn biparêzin bi dorê
Payza bê em ê werin

***

Ev der cihê mîra ne
Ev der warê Kurda ne
Ji mîtan û loliyan
Ji kardox û kotiyan
Heta hebin jîndî ye
Ev warê jîna Kurdî ye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…