Li Bosna helbestvanê Kurd Husên M. Hebeş hate xelatkirin

Festîvala Rojên Helbestê ya Navnetewî li Sarajevoyê xelata ku bi navê “Bosnian Stećak” da helbestvanê Kurd Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)
Xelata Navneteweyî ya Helbestê li Bosna, xelata herî bilind e, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Hersek (Herzegovina) ve tê dayîn, û yek ji girîngtirîn Xelatên Balkanê yên Wêjeyê ye. Yek ji sedemên dayîna xelatê ji bo helbestvan Kurd ev e: “Ev xelat nirxek bilind nîşan dide ji bo xebata we ya ji bo helbestê ya li berbiçav û beşdariya we di wêjeya ku rûmeta azadî û mirovahiyê bilind dike…”.

Di kongreya rojnamevanî de derbarê dayîna xelatê de hate gotin: Yê îsal xelata Ykîtiya Nivîskarên Bosnayî “Bosnian Stećak” wergirtiye helbestvanê Kurd Husên Hebeş e ku li Almanyayê li sirgûnê dijî. Ev kesek taybet e, Mile Stojic, serokê Desteya Rojên Helbestê li Sarajevo, got. Bi awayekî helbesta wî nêzîkî me ye, ji ber ku ew li ser wêrankirina welatê kurdan, û terorîzma ku li dijî gelê kurd tê kirin, dinivîse. Me îsal Husên Hebeş hilbijart, ji ber ku li Ewropayê dramayeke şer a mezin diqewime ku hinek dibêjin destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem e û êdî nema kes li Rojhilata Navîn difikire, ku drama wê bi salan e didome. Ji ber vê yekê me biryar da ku xelatê bidin helbestvanekî kurd, sirgûnî û mirovekî ji welatekî wêrankirî wisa Stojic got. Wî got ku Husên Hebeş bo gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin û sala bê Yekîtiya Nivîskarên Bosnayê dê bijarteyeke helbestên wî çap bike.

Xelat berê ji bo helbestvanên herî mezin yên cîhanê hatiye dayîn, wek helbestvanê Polonî Tadeusz Różewicz, helbestvanê Filistînî Mahmûd Derwîş, helbestvanê Amerîkî Charles Simic, helbestvanê swêdî Lars Gustafsson, helbestvanê Almanî Michael Krüger, helbestvana Boşnî Bisera Alikadić…

Festîvala Rojên Helbestê li Sarajevoyê festîvaleke navneteweyî ye ku ew ji sala 1962an ve her sal bi beşdariya helbestvanên ji Boşna û cîhanê tê lidarxistin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...