Saziyên nivîskarên kurd û piştguhkirina ziman

 

Qado Şêrîn

Bi texmîna min, li Rojavayê Kurdistanê pênc saziyên nivîskaran hene, çi şerme. Her pênc bi serok û merok in, endam û çalakî û daxwiyanî û xirecir in, hema hema hemû daxwiyaniyên wan bi erebî ne, çi şerme. Hin caran li dij hev derdikevin, wek ku şerekî sar di nav wan de hebe, carinan newêrin şerê navxweyî derxînin medyayê, çimkî wê xelk wan pîs bikin. Gelek caran ji kîna hevûdu re bi çalakiyên şermok radibin. Ez çalak im, dêmek ez heme. Eger ne wisa ye, ka kîjan saziyê pirtûkek, wek nimûne, ji nivîskarekî/ê re çap kiriye, yan jî alîkariya nivîskarekî kiriye? Tune. Wek ku agahdar im, nikarin alîkariya endamê xwe bikin. Êdî hebûna wan ji bo çi ye?

 

Bi vê bihaneyê bang li her pênc saziyan dikim; ji bo parastina ziman, û ji bo pirsa me ya giştî, û ji bo mafê nivîskaran û ji bo gotar û helwesta nivîskaran berz û blind be, rica dikim bibin yek.
Nîvê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, belkû 90%, ne endamê saziyên nivîskaran e, çima? Bi texmîna min, ji ber nakokî, gotara lawaz, hin birêvebir saziyan ji bo berjewendiyên kesane û partiyan e bikartînin, û hin sazî bi ser hin aliyên siyasî ve ne.
Wê çawa gelê kurd mafê xwe yê rewa bistîne ku, nivîskar û rewşenbîrên wî tarûmar û nakok bin, û ku saziyên nivîskar û rewşenbîran bi zimanê xwe yê kurdî nenivîsin. Mixabin hemû bi zimanê xelkê, belkû bi zimanê dijminan xwe derdibirin û ta bi daxwiyanî û belavokên hundurîn bi zimanê xelkê dinivîsin, , çi şerme.
Pirsa ji we 5 saziyan dikim; bi wijdanê xwe bêjin, hûn ji vê rewşa lawaz û jihevketî şerm nakin? Hûn razî ne?
Her 5 sazî, qaşo saziyên nivîskarên kurd in, bi erebî dinivîsin, xwe tenê bi erebî derdibirin, ma ne şerme. Eger saziyên nivîskarên kurd bi kurdî nenivîsin, êdî gazin ji dijminan nabe. Li şûna bibin nimûne boyî xelkê, em dibînin ku ew bi erebî dinivîsin.
Şerme…fehête.
Ji bo sazî û yekîtî û hevgirtinên nivîskarên Kurd, dibêjim: yan bi zimanê kurdî binivîsin, û yan derewan li me nekin û nebêjin em saziyên nivîskarên kurd in. Hema gotina kurdî ji navê xwe rakin.
Saziya bi zimanê xelkê daxwiyanî û belavokên xwe yên taybet bi erebî dinivîse, alîkariya dijminan di têkbirina zimanê kurdî de dike, dibe jêdera nakokî û paşmayîn û dijîtiyê, tenê xizmeta zimanê xelkê dike. Tekez ew sazî ji bo piştguh û lawazkirina zimanê kurdî heye.
www.qadoserin.com
18/05/2022.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…