Şevger pênc dîwanên xwe li Hewlêrê wajo kir

Idrîs Hiso – Hewlêr
Şevger bê çalakî aram nabe, dawî çalakiya wî jî ew bû ku, 13.05.2022 li nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li Hewlêrê bi amadebûna hejmarek ji çalakvan, rewşenbîr û nivîskaran 5 dîwanê helbestê wajo kir ew jî ev bûn:
Dîwana 1 Al û Dewlet, dîwana 2 Xewna Azadiyê, Dîwana 3 Dara Mirada, dîwana 4 Derdên Kevin û dîwana 5 Birîn, dîwan hemû jî ji aliyê çapxaneya Gazî – Duhok 2022 hatine çapkirin.
Di heman çalakiyê de Şevger ji aliyê Partiya Yekitî û herwisa ji aliyê rêxistna Canî Roj ve hatiye xelat kirin.
Bêhtire ji 30 ye, wî ji walatê xwe koçkiriye, lê destê wî ji Kurdistanê nabe, bêhtirê dema xwe li welatê xwe derbas dike.
Hunermend, û hozanvan Şevger Hovak Zaza vê carê serdana welat kiriye û di destê wî de hejmarek ji helbestên wî hene, wan çap dike û li pirtûkxaneya Kurdî zêde dike.
Şevger dibêje: “Ez niha mijûlî çapkirina hejmareke ji dîwanên helbestê xwe me, min 12 dîwanên helbestan hene, niha jî 5 dîwan ji capê derketine û du jî man e.”
Şevger bi dehan stran jî gotine, di stranên xwed de, behsa doza gel û welatê xwe dike, herwisa êş û azarên wî dike, lê bêhtirên stranên xwe jibo Pêşmerge û xebata wan, serkeftin û serfiraziya wan gotiye, lewma ew wek Hunermendê Pêşmergeyan tê naskirin û di sala 2017an de  ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve hatiye xelatkirin, û ev nav (Hunermendê Pêşmergeyan) lê hatiye kirin.
Dîwanên Şevger behsa welat, Pêşmerge, Evînî û êş û azarên welatê xwe dike.
Şvger di dîwana xwe ya bi sernavê Birîn ku, dîwana 5 ye dibêje:
Pêşmergên me di cengê de tev şêr in
Pêşmergên me tev leheng û tev mêr in
Serê çiyan dikin şer û berxwedan
Doz û armanc yan Kurdistan yan neman….

Malbata Şevger bi xwe ji devera Palo ye, bapîrê wî beşdarî Şoreşa Seîdê Pîran dibe û di encam de şehîd dibe, paşê li binxetê bicih dibin, û di 05.01.1957an de li gundê Kêşkê devera Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê Şevger jidayikdibe, ew ji damezrênerê Koma Narîn e û berpirsê beşê hunerî bû di wê komê de.
Şevger welatiyê welatê Siwîd e, lê bêhtirê dema xwe li Kurdistanê, li gund û bajarên wê derbas dike, ew dixwaze hemîşe nêzîkî, daristan, rûbar û Pêşmergeyên welatê xwe be.

Şevger dibêje peyama min ew e: “Hoz û ola min Kurdistan e, ez ji xebata jibo gel û welatê xwe qet poşîman û mandî nabim.”
Şevger bihêvî ye ku dîwanên wî ji aliyê xwendevan û rexnegiran werin xwendin û helsengandin, bi armanca ku helbest û peyva Kurdî geş û pêşkeve.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…