Dîwana 1 Al û Dewlet, dîwana 2 Xewna Azadiyê, Dîwana 3 Dara Mirada, dîwana 4 Derdên Kevin û dîwana 5 Birîn, dîwan hemû jî ji aliyê çapxaneya Gazî – Duhok 2022 hatine çapkirin.
Di heman çalakiyê de Şevger ji aliyê Partiya Yekitî û herwisa ji aliyê rêxistna Canî Roj ve hatiye xelat kirin.
Bêhtire ji 30 ye, wî ji walatê xwe koçkiriye, lê destê wî ji Kurdistanê nabe, bêhtirê dema xwe li welatê xwe derbas dike.
Şevger bi dehan stran jî gotine, di stranên xwed de, behsa doza gel û welatê xwe dike, herwisa êş û azarên wî dike, lê bêhtirên stranên xwe jibo Pêşmerge û xebata wan, serkeftin û serfiraziya wan gotiye, lewma ew wek Hunermendê Pêşmergeyan tê naskirin û di sala 2017an de ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve hatiye xelatkirin, û ev nav (Hunermendê Pêşmergeyan) lê hatiye kirin.
Dîwanên Şevger behsa welat, Pêşmerge, Evînî û êş û azarên welatê xwe dike.
Şvger di dîwana xwe ya bi sernavê Birîn ku, dîwana 5 ye dibêje:
Pêşmergên me di cengê de tev şêr in
Pêşmergên me tev leheng û tev mêr in
Serê çiyan dikin şer û berxwedan
Doz û armanc yan Kurdistan yan neman….
Malbata Şevger bi xwe ji devera Palo ye, bapîrê wî beşdarî Şoreşa Seîdê Pîran dibe û di encam de şehîd dibe, paşê li binxetê bicih dibin, û di 05.01.1957an de li gundê Kêşkê devera Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê Şevger jidayikdibe, ew ji damezrênerê Koma Narîn e û berpirsê beşê hunerî bû di wê komê de.
Şevger welatiyê welatê Siwîd e, lê bêhtirê dema xwe li Kurdistanê, li gund û bajarên wê derbas dike, ew dixwaze hemîşe nêzîkî, daristan, rûbar û Pêşmergeyên welatê xwe be.
Şevger dibêje peyama min ew e: “Hoz û ola min Kurdistan e, ez ji xebata jibo gel û welatê xwe qet poşîman û mandî nabim.”
Şevger bihêvî ye ku dîwanên wî ji aliyê xwendevan û rexnegiran werin xwendin û helsengandin, bi armanca ku helbest û peyva Kurdî geş û pêşkeve.













Şîrove (0)