Di roja 5/7/2007 ê de,li bajarê Dêrika Hemko Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî simînareka rewşenbîrî lidarxist.
Destpêkê rêveberê şevbêrkê mamosta Xebat Osman xêrhatina mêvanan kir û xêrhatineka teybet da şandên Guropên rewşenbîrî.
di peyre mamosta Hêmen Mendanî dest bi xwendina mijara xwe kir.di mijarê de ronî kişand ser eger,hokar,nîr û mercên ku partiya pêşîn ya ku di bin navê partiya Demoqrata kurdistanê ku tê re derbasbûyî û di nav de hatî damezrandin û herwisa bi hûrnazî li ser cudabûn,parçebûn,xudêdan û nasnama tevaya şax,tirih,zarok û neviyên ku ji malzaroka partiya pêşîn derketin rawesta û li gorî nêrîn û baweriyên xwe dirêjaya pêvajoya kar û xebat,têkçûn û lebata tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê berçavkir.dawiyê mamosta mijara xwe bi hin têbînî û pêşinyaran rêyên xweşkirin û çareserkirina êş û janên tevgera kurdî û lêvegerandina ber bi raxistin û nûjenkirina navmala kurdî di vê serdema nazik û hestyar de xwest û mijar pê bi dawî anî.

Şîrove (0)