Reşroj…!


Mihemed Hesko (birasoz)

Heşdehê avdarê, tu çi reşroj î
Him dil û him cegera me disoj î
Xençerê kuştina  me, tu çi tûj î
Hebûn û nemana me jî dikuj î

Çar salin, Efrîn can birîndar e
Çar salin bi qîrîn û bi hawar e
Çar salin dirindeyî lê dibar e
Çar salin bê newroz û bê bihar e

Birîna Efrînê kûr û xedar e
Dinale bi êş û jan, zare zar e
Lawên wê  pijiqîn, çi tarûmar e
Bê şûn û sêwî man li ber dîwar e

Revde xweşîyan bi ser me de hatin
Gurên devbixwînin, kewên rebatin
Dilkor û kîndarên me li hevhatin
Erebên diz, tirkên xwînî û tatin

Çavan veken, pêre dengê xwe hildin
Kurdên azadîxwaz, milan bi mil din
Hêza hêvîyan bi can û bi dildin
Çavên xwe bi vegra welêt kildin

Efrîn rûgeha dildaran bindest e
Ji ber jana bindestîyê sermest e
Bo roja azadîyê hêza  hest e
Bi xemil û rewşa xwe, xweş helbest e
     *********
Almanya, 27.03.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…