Mişko

 

Dr. Xelîl Omar

.Mişko çigara min vêx! ..Mişko qehwa şêrîn ji min re çêk! ..Mişko li telefonê vegerîn! ..Mişko cilan rax! ..Mişko ..Mişko..
– Weyla min di wê rojê de jardaniyê; roja ko tu tê de ji min re bû kevanî! Mişko got û lingê xwe li beroşa malê da.
– Bê bexto tu ji kêza xwe re wisa dibêjî?! Kêzê bi lome lê vegerand û kil û kildanê xwe berra binê çentekê xwe da.
– Kêz xatûnê, ji roja ko lingê te ketiye vî hundurî, tu nema ava zikê xwe vedixuî! Mişko bi nerazîbûn got û teriya xwe libakir.

– Birra bextê mişkan tuneye! ..Te digot: Tê delaliya ber dilê min bî û ezê bi şev û roj terîka xwe di ser hinarên rûkê te re bibim û bînim? Kêzê kelogirî lê vegerand û wextî du hêsirên germ ji çavan bibariyana.
– Kêza pevzeliqî! ..Bi hersê navên Xwedê, ji îro û pê ve, heger  tu ji min re nebe jineke rûnerm, ezê hersê telaqên te di destên te kim û di ku re zirav dibe bera di wi re biqete! Mişko henek ji wê navê hilanî.
– “Heger gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe re kurkek çêkiriba!”. Kêzê gefê mêrik nanî ser bazkên xwe û çentekê xwe avêt ser pî yê xwe û bê destûr ji hundur derket û bi terqînî derî li dû xwe girt û berê xwe da mala şojî.
..Simbêlbidon ew jî gellekî tengijî û erdê nema wȋ girt û bi hêrs rabû ser xwe û TV vemirand û filmê “Tom û Cêrî” nîvco hişt û wî jî berê xwe da mala Terrîreş.
* * *
– Ser seran û ser herdû çavan tu hatiye, gurek li ku miribû?! ..Cê te bi me
gellekî xuyabû û min her roj digot: birakê me li vê derê rûdinişt û li wê derê limêjdikir û li dera hanê lotik didan xwe û min digot, ko ew here `erş, ewê rojekê vegere civata me ya xweş! Terrîreş bi vî rengî kêfa xwe bi hatina Simbêlbidon anî.
– Heger  me dizanîba, ko wê ev zilam jê derkeve, me tu caran kêzê jê re ne dixwest û me ew ne dikir zilam! Diranbivir bi leke got û gepek li penêrê ber xwe xist.
– “Ne eslû kil û kildan e, eslû duhêl û badan e!”.Dengê Guhlivê ji wiyalî de hat.
– Kêzê zaro ye, hîna destê xwe yî çepê ji yê rastê nasnake! Terrîreş dilê xwe bi bûkê şewitand û wî jî destê xwe avêt tertiyê penêr.
– Gelo hîna mala Mellê bê pisîk in? Simbêlbidon ji hevalên xwe pirsî.
– Ma wê kulla dilê me çi ba! Terrîreş lê vegerand û inî lê qerçimî.
– Ne pisîk e, bêje xatûn e! Ji roja ko Mencê û çêliyên wê ketine vî hundurî, nanê me li vê derê nema ye! Diranbivir got û du caran paş hustê xwe xurand.
– Mencê! Simbêbidon got û pê re pişkiya û hinek ji lîka wî pengizî ser pişta Terrîreş.
– Şensê Simbêlbidon e! ..Ta berî çend rojan me ling davêt ser ling û me penêr û kurtêlên nên bêtirs ji mala Mellê didizî û di ber re me ji xwe re tûtina qaçax veduxwar û me qala xelkên bi nebaşbî dikir! Diranbivir xêr û bêra ko li wan çûye gilî, di bîra xwe û hevalan de anî û bê yî ko li ber xwe binere, dîsan destê xwe avêt tertiyê penêr, lê mixabin Guhlivê  ji gava din de temsîk ji ber wan hilanî bû.
– Ji aniha de, divê em ji xwe re çarakê bibînin! Terrîreş got û rahişt darikekî ji ber xwe û pê xêzeke girover çêkir.
– Ez dibêjim mirov şiyariyê li ber dergeh bike! ..Em bêjin her danekî, yek ji me? Diranbivir got û çavên wî ma li herdû hevalan.
– Ez dibêjim mirov ji wan re “valium” tevî şîr bike û ha bera di xewê de bimînin û ha bera di temmarê re bimînin! Terrîreş jî nerîna xwe raxist li ber destên hevalan.
– Ez dibêjim, ya baş ew e, ko yek ji me zengil di hustê diya wan ke? Simbêlbidon got û bawernekir ji zȋrekbûna xwe.
– Wê kî ji me zengil di hustê Mencê ke?! Terrîreş û Diranbivir di devên hev de gotin û zoq li jîrikê malê nerîn.
* * *
..Terrîreş ji qehra û kişandina tûtinê û vexwarina “Vîno” bihnfetiskî bû û mir!.
..Diranbivir got: tiştên dest dike, dê û bav nake û dest bi ziyanan û diziya çekuran kir!
..Simbêlbidin piştî hatina Mencê û asêbûna kêzê li mala şojî, dinya li ber çavan reş bû û dest bi derxistina pasportê kir û qet di kêşeyên vîza de nefikirî!
* * *
..Bihnçikandî Simbêlbidon derbasî hundur bû û kire hewar: Haho, bi min ve werin, çekur di ber Diranbivir de maye! ..Textor ez gorî, yan tu bigihê ser yan tu negihê ser!
– Ev ne tu xeber e! ..Law Rûkenê, ka ecele tu wî çentî û wê berdilkê ji bavê xwe re werîne! ..Hema mal nedûr be? Hekîm ji Simbêlbidon pirsî û sîgara xwe da destan.
– Na ez benî mal nedûr e! Em hemû li bajarê mişkan in û mala Diranbivir bi xwe, dibe li kolana rehmetiyê Terrîreş! Simbêlbidon got û simbêl lê ricifî û pê re çavên wî tije hêsir bûn.
– Rebeno Diranbivir! ..Zor e, ko mirov ji xwarina penêrê terr dakeve asta çekuran! Hekîm bi zikêşî got û herdû destên xwe di berdilka gewr re derbaskir. Dîna ko dît, bê çawa Simbêlbidon dixanê di herdû firnikan re derdixe. Ronî di çavên Hekîm de nema û bi hêrz sîgara xwe ji nav diranên mişk derxist û li şûnê çentê dermanan da dest û herdû ciwamêr ketine rê û tu li ku û kolana rehmetî li ku.

<><><><><><><><><><><><><><><

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…