Daxuyanî

Bona piştgirîkirina hewldanên fermîkirina Zimanê Kurdî

Daxuyanî

Piştî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3ê heta 21ê çileya 2022ىلاan ji bo helbijartina dersên bijarte yên kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî “Zazakî” hatiye destnîşan kirin, ku xwendevanên polên navendî yên kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet bi Zimanê Kurdî, mamosta û akdamîsyenên kurd, rêxistinên civaka sivîl û heta hin partiyên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, kampaniyek bona helbijartina dersên kurdî hatiye ragihandin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Sûriya, di heman çarçoveyê de, piştgiriya hemû hewl û bizavên bona parastina nasname û hîmayên neteweyî li tevaya Kurdistan û diyaspora dike û piştgiriya xwe bo vê kampaniyê radigehîne, tevî ku wê wekî gavek biçûk dibîne, ku nayê bi wateya bi fermîkirina Zimanê Kurdî.
Dewleta Tirkiyê bi salên dûr û dirêj, bi hemû hêz û şiyanên xwe ve, kar ji bo asîmilsyona gelê kurd, guhertina demografî, tirkirina nav û paşnavên kurdan û qedexekirina zimanê kurd kiriye, herwisa bi sedan komkujî, koçbarkirin û wêrankarî li ser destê dewleta Tirkiyê ya dagîrker li dijî gelê me hatine pêkanîn, di nav de tawanên dijemirov û şer li dijî gelê kurd li Rojavayê kurdistanê jî û dagîrkirina Efrîn, Bab, Cerablis, Girêspî û Serêkaniyê.

Em hêvîxwazin ku ev kampanî serbikeve û bigehêje armanca xwe û bibe derfetek ji bo bifermîkirina Zimanê Kurdî, herwisa bibe havênê yekrêziyê û bilindbûna hestê neteweyî yê kurdî li Bakurê Kurdistanê, û bidestxistina mafên neteweyî yên rewa û daxwazên zêdetir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo 15.01.2022

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…