Bîranîna 46an ya koçadawî ya helbestvan, nivîskar û dîrokzan Mela Ehmedê Namî

 

Nameya nivîskar Bêwara Mela Brahîm di bîrnanîna yobîla zîvîn ya koçadawû ya Mela Ehmedê Namî de.
Şînnameyek di baxê jibîkirinê de, ji Mela Ehmedê Namî re
Gelek caran li ser pira wefadariyê me guldestên rengerng avêtin rûbarên bîranîn û yadiyan.
Lê îro mîna perperîkên mest, me li ser bênderên gundê Tilşeîra Aşîta danîn û bi comerdî me lal, nêrgiz û nesrîn kirin himbêza xwe û vegeriyan goristana Qudûr Beg li bajarê Qamişlo, da em 25 mûman vêxînin bi helkeftina derbasbûna yûbîla zîvîn ya koçkirina Mela Ehmedê Namî.
Raste ev seredana me ji Melayê hêja Namî û şûnwarên wî re ne xuristî bû, lê ew bi hest, raman û bîrbaweriyên paqij û zelal bûn. Dema me dest bi vêxistina mûman kir. Daxwazname ji ser refikên razanê şiyar bû û rûpelên xwe li ber me vekir û kelogiriyeke melûl hêsirên ziwa barandin û got:

 

Mela Namî pênûseke pêşeng bû di qada ferheng û toreya kurdî de, lê talana windabûnê hişt ko zû roniya vê pênûsê vemire. Bi tenê çend tîrêjên melûl ji vê roniyê hiştine û dema mirov pif bike tîrêja (Agirê Sînema Amûdê) ev agir gurdibe û guliyên wî sor dibe.
Da ko her kes zanibe em rojên jibîrkirinê bi şevên bîranîn û yadiyan bi ronî dikin û xewa windabûnê bi şiyariya bandora lehengî û şêrzatiyê dikujin û diperpitînin.
Sed rehmet li canê Mela Ehmedê Namî û hevalên wî be û buhuşt cî û warê wan be.
Bêwara Mela Brahîm – Qamişlo 2000.12.10
Helbesta Mela Ehmedê Namî –AZADÎ- bi dengê wî sala 1975an, di dema nexwşiya wî de.
https://www.youtube.com/watch?v=x68Gi8Vo1a4

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…