Astengîyên lêvegera kurdî çine.?

  Selah beyro

Cîhana îro netewa kurd li sûrîyê têde dijî, bûye cîhana parçe  bûnê, rê li ber diyaloka dîmuqrasî, û dan û sitandin, û peywendîyan digire, piranîya rewşenbîrên kurd yên siyasî, ku di rêxistinan de xebata xwe ya rewşenbîrî dikin, di warê ez ezîyê de di şopînin, gihiştî ye pilê birîna hevpeyvîn, û dan û sitandinê, bê ku guh bidine karê rijêmê yên ne yasa
û çewtî têne pêk anîn , dijî gelê kurd li parçê cografî biçûk ji kurdistana mezin, di bawerî yê min de , her yek dibêjê ezê li  ser kursî yê pêş bim,ketine heyra xwede, lewra ti dibihîzê bang li pey bangê bê hijmar, ku dijî partîyên xwe di bakin, û dibêjin emê herin kongirekî nuh, ji bo bibine  partî yek, lê mixabin ew pirojên xwe nadine bi pirojê netewa miletê xwe, diyare welat parêzîya wan di parçebûnê deye, lêvegera kurdî tê pişt kuh kirin, û çav ji kiryarê rijêmê di girin, kanî ew kurd perwerî û kar û xebata wan.? ma berze bûna mafê gelê xwe nabînin, ev rastîyeke heya niha vê diyalokê ti encam ne dane, bil ji wê jî astengê di nîvbera alîyên tevgera rizgarî xwaza  kurdî de hene, dibine sedema ne avakirina lêvegera kurdî, li kurdistan roj ava, pê divîye bilind tirbin ji giriftarên partîyetîyê, ya herî giring ewe ku rewşenbîrên serbixwe di gel kesatîyên kurd perwer, rola xwe dinav tevgera kurdî de bi lîzînin,  ji bo serhevbûna netewa kurdî û pêk anîna mafê berze û bin pê kirî, ez bitenê karim bêjim hemî rewşenbîrên kurd di kûratîya xwede, bi yek bawerîyê bi hevre têne girêdan, ew bawrî jî eve kurdê parçê kurdistana sûrîyê divê yek be, û hev bigre ji ber doza wî yeke, li ser van bingihê van hêlên pan û giştî û bi singeke fireh dan û sitendinê bikin, dûr ji berjewendîyên partîtîyên xil û xav, û ber teng ji bo alîyên siyasî nêzîk hev bikin,ew jî li hêlên ban û giştî dûr ji keysebazî yê, îro erkê rewşenbîrê kurde lêgerînê li xelekê windabiwî bikin, ji wan astengîyên heya nuha nehiştin lêvegera kurdî bê pêk anîn,dîsan ne ji erkê wane bi kevine xendeka hevrikîyê de bi hevre,pêwîste  rewşenbîrên  kurd xwe ji girêbendî û hevrikîyên siyasî mezin tir û bilind tir bi bînin,ji bo çare serîya pirs girêka kurdî bi şêweyekî dîmuqrasî û bi rêk û pêk,û ji bo sûde ji guhertinên nuh yên li cîhanê têne encamdan wergirin.û rê liber hêzên ewle karîyê bi girin, ji bo armancên wayên regez perest niyên pêk anîn,hîvîya gel ewe ku netewa kurd berdewam bê li ser kar û xebata xwe, da vê  lêvegera kurdî bizûtirîn dem bi cî werê  ji bo pêşe rojeke serbest û azad.
   5/7/2007. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…