Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” hat weşandin

Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” ya nivîskar Dilşad Murad li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat weşandin.
Nivîskar mijara qirkirina di Rojhilata Navîn de bi berfirehî digire dest û qirkirinên bi nav û deng yên li herêmê tên naskirin, ne tenê weke çîrokekê tîne ziman, lê nirxandin û analîzeke zanistî dide vê mijara metirsîdar, ew jî bi pêşkêşkirina nêrîn û analîzeke kûr ji îdeolojiya ku dibe bingeha van qirkirinan, her wiha derewxistina bingehên ku desthilat û rêjîm ji xwe re dikin hincet ji bo qirkirinên xwe derheqê miletan de pêk bînin, destpêkê jî dest bi nîqaşkirin û redkirina bingehên îdeolojiya rêjîmên desthilat di Rojhilata Navîn de dike ku ji xwe re ol û netewperestî dikin amûr ji bo xapandina miletan bi armanca gurkirina şerê di navbera wan de û rewakirina rijandina xwîn û kuştina mirovan.
Paşê nivîskar di pirtûka xwe de li ser rola Rêjîma Navdewletî ya Hegemon a domandina şerê di navbera miletan de eşkere dike, ku gelek mînakan li ser rola wê ya dermirovî pêşkêş dike.
Nivîskar di pirtûka xwe de behsa gelek qirkirinên di Rojhilata Navîn de dike bi taybet ser miletên Ermen, Kurd, Suryan, Kildan û Aşûr.
Di dawiyê de, ji bo nivîskar bi rola xwe bi temamî rabe çend xal û riyên çareseriyê pêşkêşî miletan dike ji bo bi riya wê karibin li hemberî siyasetên qirkirina etnîkî rabin. Xalên çareseriyê jî ev in: Berxwedana giştî, rêveberiyên demokratîk û yekîtiya miletan.

Navê pirtûkê: Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî
Nivîskar: Dilşad Murad
Wergera kurdî: Hişyar Murad
Hejmara rûpelan: 244
Cih û dîroka weşandinê: Weşanxaneya Şilêr, Qamişlo-Sûriye, çapa yekem 2021’an

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...