Hejmara 5. ya Kovara Bernamegeh derket

 

Xwendevanên hêja piştî ewqas zehmetiyan em dîsa bi hejmareke nû bi we re ne.
Di vê hejmarê de Nîhat Gultekîn mijara Fêrîkê Ûsiv, Hecîyê Cindî û Fîncana Rıza Kurmet hildaye dest, Occo Mahabad ji me re behsa helbestvanê hêja yê dema Osmanî Şikriyê Bedlisî kiriye, Siraç Oguz berê xwe daye jiyan û xebatên Dr. Nûrî Dersimî û daye pey dewreke girîng, Lokman Polat li ser edebiyatê û hunera vegotinê sekiniye da ku baştir bê fêmkirin. Di vê hejmarê de gellek gotar, çîrok û helbest li benda xwendin û nirxandina we ye.
Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin:
– Nihat Gültekin / Fêrîkê Ûsiv, Hecîyê Cindî û Fîncana Rıza Kurmet
– Nûroj Munzur / Notayên Bê Xew
– Occo Mahabad / Di Qesrên Osmanî de Helbestvanek: Şikriyê Bedlisî
– Nezehat Dogan / Êşperest im
– Lokman Polat / Di Edebiyatê De Hunera Gotinê
– Serdar Kömürcü / Lê Tu Çû
– Ersin Tek / Peyv
– Cahit Aybar / Bo Tenê Em
– Îkram Oguz / Dengbêjî û Axaftina Stranbêjan
– Rêber Hebûn / Keça Kanî
– Rostem Xamoş / Ez Zarok im
– Keyhan Mihemedînijad / Gelê Kurd Piştî Bi Dawîhatina Peymana Lozanê Dê Bibe Bi Dewletek Serbixwe?
– Hasbeg Koksal / Heyva Çardeşevî
– Rûbar Elî / Tu Bi Xêr Hatî
– Konê Reş / Bi Xêra Mîr Celadet Bedirxan Zimanê Me ji Axaftinê Bûye Zimanê Nivîsandinê
– Xizan Şîlan / Çavzeytûna Min
– Remezan Bakur / Li Kurdistanê  Nasyonalizima Bawerî û Bîrdozîyan
– Azad Ekkaş / Îdameke Li Taximê Gund
– Dennis Dargul / Ala Min
– Îhsan Bîrgul / Ziman û Siyaset
– Ciwan Serhedyan / Ez ê Werim
– Siraç Oguz / Dr. Nûrî Dersimî Ronahîya Çavê Gelê Kurd e!
– Dilazad A.R.T / Nêrîneke Giştî Li Ser Edebiyata Nûjen Ya Kurdî
– Zozan Sarica / Evîn û Êş
– Mervan Serhildan / Xewna Min
– Çayan Okuduci  / Venekir
– Mehmûd Badilî / Vexwendina Li Malê
– Mamo Kader / Di Navbera 2 Metreyan û Valahiyê de
– Rûmet Med / Pêşengê Sînemaya Rêbaza Rastîbîniya Nû; Vittorio De Sica
– Ehmedê Goyî / Helbest
– Muqades Agirî / Stêrka Helbestan Mestûre Erdelan
– Ezîzê Gerdenzerî / Çil Romanên Kurdî
– Rojbîn Özkan / Çîrokek Ji Devê Bavê Min Melle Muhammed: Arraf (Pispor)
– Umîd Demîrhan / Kurd û Teoriya Dewletê
– Helbest: Wefaî Leyla – Bavê Min Mir / Wergera Kurdî ji Erebî: Mîran Dilêr
– Soran Hemereş / ÊL Begê Caf : Mux, Pîrmend Û Pêşbînvanekî Mezin Ê Kurd Ê Ji Bîrçûyî?
Wergera Ji Zaravayê Soranî: Muhsîn Ozdemîr
-Newaf Mîro / Êzîdiyo
İletişim: bernamegeh@gmail.com
Site: https://www.bernamegeh.org/
Twitter: https://twitter.com/Bernamegeh1
Facebook: https://www.facebook.com/bernamegehhh/
HÛN DIKARIN LI LÎNKA JÊR KOVARÊ BÊPERE PEYDA BIKIN Û BIXWÎNIN.
https://www.bernamegeh.org/2021/08/03/hejmara-pencemin-ya-kovara-bernamegeh-derket/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…