Bûka kurdistaê. LEYLA QASIM.(1952-1974)

SEÎD YÛSIF

Di sala, (1974)an de, ez şagirt bûmdisala sisyan deli perwerdgeha,Dar al mûellimîn al ammeh”.li bajêrê Humsê.
Li sûryê. Ew tê naskirin, wekepeymangehekê  bo Amadekirina mamosteyan.
Bûneya vê gotinê, ez tekez nakim ku têbîramin,bicih û war, darvekirina Leyla diwê salê de . Lê belê ez tekez dikimku di wan salên nêzîk de, min bihîst, ji ber ku ew kiryareke gellekî şermbû ûbûyerek, pirr mizinû bi dengdayî bû di rojhilata navîn de.

 

Jiyana leyla :
Bûka kurdistanê ye, çîçeka perwerîyê ye,nayê çilmisandin, heyva asîmanê kurdistane. her sal di meha gulanê de,ronahî dide.
Leyla di /27/12/1952/an de ji dayik bûye. li bajarê xanqînê, li başûrê kurdistanê. Ji malbateke kurdên feylî. Bavê wê karker bû di misfat a pitrola xanqînê de.
Leyla bi malbata xwe re jiyana xwe li xanqînê derbas dike ta ku xwendin a xwe ya dest pêkê û ya ortê Bi dawî tîne. weke tê gotin ew û xweh û birayên wê pirr zîrek bûn di xwendin a xwe de . piştî bavê wê xanenîşîna xwe bi dawî tîne, ew berê xwe didin bexda yê, paytexta îraqê. û li wêderê nişte cih dibin.
Leyla, di sala (1970).an de. dibe endama Partiya (pdk). Û dest bi karêsiyasî dike,di ber mafê netewî yê kurdî, û rêzgarkirina kurdistanê. dijî hovîtiya desthilata ba`isê şofînî û faşist. Ji bilî vî karî bi hêvîbû ku kovarekê derxîni.
Di sala (1971)an de. Leyla xwe tomarî kolêja wêjeyî dike, perçê civaknasî yê, (sosyolocî). Di zankoya bexda yê de. Lê belê ew karê xwe yê siyasî jî berdewam dike, di nav xaleke hevalên xwe de. Yek ji wan birayê wê ye, û yekjî  xwestiyê wê. lê mixabin xxuyabûku di bin çavdêriyê debûn, ta ku hatin girtin li ser destê hêzên ewlehîyê yên rejîma îraqê. Di bin tariya şeva reş de, mala Leyla dorpêç kirin, û ji hundirê malê hate kişandin. Di /29/4/1974/an de. Leyla oxir xwest ji malbata xwe û qet nema vegeriya. Ji ber ku hat avêtin di binê zindana dijminê setemkar û bêbext.
Di wê zindanêde Leyla gelek êş û azar û lêdan dîtin  li ser destê zebenîyên bê ol û bawerî, ew gewdênazik,.  lê belê çiqas dujmin bi gef û lêdan û azarên xweyî bê hempa, û hewil kirin ku vîna leyla bişkînin, Leyla hîç serê xwe ji wanre dananî. û tu agahî li serheval û partiya xwe neda destê dujminê xwe. Ta ku Seddam Husên û wezîrê wî yêhundir bi kesayetîyan xwe dîdarî pêre kirin, û kef lê kirin ku wê bikujin, tevlî bav û dayik û xwehên wê.yanjî gotin em amadene ku tu çi bixwaze,emê bidin te.ku tu xwejisitasetêvekşîne.
Lê Leyla bersiva wê ew bû kucan û ça`ivên xwe fîda dike bokurdistanê.
Leyla  tawanbar bû ji alî rêcîma şofînî, û dadgeha wê bi tometa terorê, û bombekirina zankoya bexdayê, û balefirxaneya  wê.
Piştî di /12/rojan, Leyla hat cezakirin bi darvekirinê.
Serokê îraqê wê demê Ahmed Hesen Bekir bû, emze nekir ser vê cezayê ji ber ku ew keçe, lê Sedam Husên xwe kir pirsiyarê vê cezayê, û ew neçar kir bo emzekirinê. û bi vê kiryara şerm û bêrewa, Leyla bû yekemîn jin di dîroka rojhilata navînde,di wê çaxê de ku biryara darvekirinê lê tê birrîn. ew kiryara şermdibe xalek reş di dîroka reş de, ya dujminan de.
Berî serdana dawî ya malbata Leyla, ji wan xwest, fistanekî nûh, ji ber ku ewê bibe bûka kurdistanê, û divê bi rewşek xweşik bin axbibe.
Leyla ser dawî hinek porê xwebirrîû didedestê xuşkaxwe. weke bîranînekê.
Tê gotin dema berê xwe dide werîsê darvekirinê, ew bi navê kurdistanê bang dike, û sirûda netewî dibêje.
Di /12/meha gulanê de sal /1974/an de. Leyla di be bûka pakrewanên kurd.Ûcenazê wê radestî malbata wê dibe, û biala kurdî tê pêçan,û li goristana Selam li bajarê Necef, tê veşartin. Dûrî bajar û şûn warêwê. bi vê bûneyê gellek jinên kurd yên ducan, û keç anin, navê keça xwe kirin leyla, bi hezaran û li hemî perçênKurdistanê.
Gelek helbest hatin nivîsandin, ji aliyê helbestvanên kurd, weke, CEGER XWÎN, û SEYDAYÊ TÎRÊJ. Û gelek stran jî hatin gotin, ji aliyê hunermendan  weke nemir Aram Tîgran û şivan perwer,û nemirseîd gabarî..
Û ji bilî gotaran, û ahing, û bîranîna, her sal ku tê vedijîn.
Hezar hezar dilovanî, bo canê pakrewana kurd, LEYLA QASIM. Rûreşî û şermezarî bo dujminên, kurda.
12/5/2021/.êvara cejna rojiyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…