Ji folklora Kurdî: Çîroka Malo û kalê Şîretfiroş

Rêwan Mîranî/ Kurdistan

Hebû nebû kes ji Xwedê mezintir nebû.
Tê gotin ku di çerxekî de li gundeke Kurdistanê hişkesalî di ser deverekî de hat, zelamên wê deverê neçar bûn ku derkevin û ji jin û zarokên xwe re li kedekî bigerin heta ku pariyeke nan peyda bikin.
Piştî borîna çend mehan yek ji wan zelaman ku navê wî Malo bû kar dikir kû vegere mala xwe piştî ku bayî sê zêran kar kiribû. Di riya vegerê de li kalemêrekî rast hat, silav dayê û jê pirsî:
_Kalo tu ji kû tê, tê herê kû û ti çi karî dikî?

_ Ez kalê Şîretfiroş im, li dunyayê digerim û şîretan difroşim.

Malo bi herdû destan bi zikê xwe re girt û bi dengek bilind kenî û got:
_Kalo ma ev kar e tu dikî, here ji xwe re Karek din bike ji te re baştir e ji vî karî!
_ Ez zelamekî kal im û ti kar ji min nayên, lê jiyanê gelek wane nîşa min dane, ew wane jî bûne şîret, eger tu şîretan ji min bikrî tê buha yê şîretê  min bizanî.
Malo demekî mendehoş ma, û ji xwe re got “ka ez li şîretên vî kalî binêrim ev çi sosret e!”

_ Kalo ka şîretekî bide min, ez dixwazim bextê xwe taqî bikim.

_ Ka zêrekî buhayê wê bide min berî bêjim.
Malo zêrek ji binê berîka xwe derxist û kir di destê kalo da.
_Şîreta min li te ti caran li newalan nenive.
Malo da hizra xwe û got:
_ Ma ez ê çi mifayê ji vê şîretê bibînim ev e min zêreka xwe ji dest da. Yan bila tiştek baş be yan bila nebe. Ez ê şîretek din jî bikirim, dibe ya din baştir be.
_ Ka bayê vî zêrî jî Şîretek din bide min Kalo.
_ Şîreta min li te ti caran bila bahweriya te bi zelamên çavşîn û diran ferq nehêtin.

Malo carek din bi hêrs got, Kalo ma ev çi şîretin tu li min dikî, ma ez ê çi mifayê ji wan bikim, ev bo demek dirêj min zarokê xwe nedîtî û ez ji wan re çû bûm kedekî bikim, yek zêr bi min re ma bila ew jî ji te re be, ka şîretek din jî bide min dibe ya şêyemîn buhayek hebe.

_ Şîreta min li te ji berî her karekî bikî divê tu piçekî bi hêmnî ji yekê heya dehê bihejmêrî.

Malo bi dilek melûl ji cem kalo rabû û berê xwe da riya malê.
Bi rê de hizrên xwe dikir û hest bi bextreşiya xwe kir. Ew demek dirêj bû ji mala xwe, zarok û hevjîna xwe dûr ketibû, ew jin û zarokên birsî li hêviya babê xwe û keda wî bûn.
Li newalekî li ser riya vegerê Malo rastî karwanekî hat, xwe nêzîk wan kir û bi wan re têkel bû. Heya şev di ser wan de hat, karwan biryar da ku wê şevê di wê newalê de bimîne. Malo da hizra xwe û ji xwe re got “Min zêrek bi vê şîretê dabû Kalê Şîretfiroş, ez ê li ser gir binivim.”
Bû sibe Malo ji xew rabû dît ku lehyek hatibû û ew karwan ji nav biribû. Li cihê kawrên sekinî, dît ku kîsek zêr li cih mabû, ji keyfan hilgirt û berê xwe da riya malê.

Hindek din rêva çû heta li zilamekî çav şîn û diran ferq rast hat, silav dane hev û li bin darekî bêhna xwe vedan heya dunya bû şev û bû demê xewê. Şîreta Kalo ya duyemîn hate bîra Malo dema jê re gotî “baweriya xwe bi zilamên çavşîn û diran ferq neyîne”, wî zelamî pişta xwe da Malo û kurkê xwe girte serê xwe, her wekî ku nivistî be. Lê Malo hêdî hindek cilik deynan cihê xwe û kurkê xwe girte ser û li pişta darekî nêzîk çavdêrî kir, heta dît piştî demekî ew zelamê çavşînê diranferq rabû ser xwe, xencera xwe derxist û nîva kurkê Malo da, lê Malo ji pişt darê derket û bi lez xencerek li wî zelamî da.

Roja paşê Malo rabû da rê heta ku nêzîk mala xwe bû dunya bibû berê sibê hîna tarî bû, nexwest deng bike û hevjîn û zarokên xwe ji xewê rake hêdî dergehê mala xwe vekir dît ku va yek di bera jina wî da nivistiye, xencera xwe derxisr da ku wî kesî bikuje, lê Şîreta kalo ya şêyem hate bîra wî, bêhnek kişand û ji yekê heya dehê hejmart, ji nişkê ve jina Malo deng li kurê xwe yê di hembêza wê da razayî kir û got kurê min va roj derket rabe lavêjan ji Xwedê re bike.

Wisa jî Malo bi bextewerî û dewlemendî vegerya nav mal û zarokên xwe û buhayê şîretên Kalê şîretfiroş zanî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…

Hişmend Şêxo

Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû…