Hunermendê netewî ê gelê Kurd Hesen Zîrek

Keyhan Mihemedînijad

Dengek ku hîn jî zîndî ye, dengek ku hîn jî gelê Kurd di mêjî û dilê xwe de diparêzin.
Dengê resen, dengê gel, dengê evîndarî, dengî sewdaserî.
Wî ne di dibistanan de tîpek xwendibû û ne jî li cem çi mamostayekê dersa hunerî xwendibû û ne jî li çi akademiyeke hunerî ya awaz û mûzîkê de xwîndibû, ew hunermend û bilbilê Kurdistanê û dengê folklora Kurdî bû, ev Hesen Zîrek e. Hesen Zîrek her bi rastî wekî nasnavê xwe zîrek bû û bi zîrekatiya xwe folklora Kurdî parast.

Hesen Zîrek di sala 1921`an de li bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ew her di ciwaniya xwe de wekî stranbêjekî dest bi gotina stranan dike.
Hesen Zîrek, bo kar û xebatê li gelek bajar û deverên Kurdistanê geriyaye, û li kuderê mabe gelek nekêşaye, nav û dengê wî belav bûye.
Hesen Zîrek di 12 saliya xwe de Bokanê bi cih dihêle û diçe bajarê Seqizê.
Di 15 saliya xwe de dîsa wedigere Bokanê, car din ji bo karekirinê diçe bajarên Tewrêz û Tahranê.
Piştî midehekê diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezê bi cih dibe. demekê jî diçe Kerkûkê û di dawiyê de di sala 1953`an de diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar ên Kurdî di radiyoya Bexdayê de tomar dike.
Hesen Zîrek xwediyê dengê resen li 14`ê meha Tebaxa 1959`an li ser daxwaza radiyoya Kurdî ya Tahranê wedigere Îranê û li Tahranê kar û xebatên mûzîka Kurdî dike. Ew carna jî diçû Tewrêzê û li radiyoya Tewrêzê jî stran digot.
Ew her li radiyoya Tehranê de digel “Midiya Zend” nasyar dibe û jiyana hevbeş pêk tînin û encama wê zevacê du zarok, yên bi navên Mehtab û Arezû lê çêdibin.
Hesen Zîrek sala 1960`an, ber bi bajarê kevnar ê Kirmaşanê ve diçe û piraniya stranên xwe di radiyoya Kirmaşanê de bi hûstatiya hunermendê mezin ê Kurd, “Mucteba Mîrzade” tomar dike ku nav û dengê hunera Hesen Zîrek zêdetir belav dibe.
Hesen Zîrek ê navdar, piraniya stranên xwe bi zaravayê soranî vehûnandiye, lê carna bi zaravayên din ên Kurdî û bi zimanê Farsî û Tirkî jî stran gotine û wî heta radeyekê jî zimanê Erebî dizanî.
Yek ji taybetmendiyên berçav ên Hesen Zîrek, komkirina gencîneyek ji huner û awaza Kurdî ye ku bi dengê wî hatiye gotin û Kurdan û hunermendên Kurd mifah jê wergirtine.
Hesen Zîrek li gelek gund, dever û bajarên Kurdistanê geriyaye, wî êş û zehmetiyên gelê Kurd bi çavên xwe dîtiye û aniye ziman. Hesen Zîrek reseniya Kurdî parastiye û ji herkesê re stran gotiye. Ji bo vê yekê ye ku tev gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dikin û jê guhdarî dikin.
Hesen Zîrek piraniya jiyana xwe di nav avarebûnê de derbs kiriye û wî ne li Îranê ne jî li Îraqê çi xweşî nedîtiye.
Ew li Bexdayê hatiye binçavkirin û bo heyama 18 mehan di girtingeha Îraqê de bûye û nêzî 6 mehan îşkence dîtiye.
Rejîma Îranê jî her bi wî awayî gelek pirsgirêk bo Hesen Zîrek anîne pêş û rê nedane wî ku cardin di radiyoya Tehranê de kar bike. Piştre dezgehên ewlehî û asayişî yên Îranê wî digrin û gelek jî îşkence dikin.
Hesen Zîrek gelek bi awayê zîrekane û bi selîqeya xwe stranên bîhaniyan wergêranê Kurdî kiriye û bi şêwazeke resen a Kurdî vehûnandiye.
Bo mînak strana Xenîlî Şuweyî Şuweyî yek ji stranên naskirî yên Um Kulsumê ye, Hesen Zîrek awaza wê liber kiriye û bi Kurdî gotiye.
Hesen Zîrekê navdar kesek bû ku ji berxwe de stran diafirandin û her kesekê li ser her tiştekê daxwaz jê kiriba dem û dest digot.
Tê zanîn ku carekê Fatime Zergerî keçek stranbêj a ku di serdemê desthilatdariya Şah de stran digotin, li bajarê Tewrêzê konsêrta wê hebûye û wê demê jî Hesen Zîrek li Tewrêzê bûye û bo konsêrta wê çûye. Fatime Zergerî jî awazekê bi strana guldirmenî guldir dest pêdike.
Amadebûyên konsêrtê bi çepiklêdan cardin daxwazê jê dikin ku wê strana xwe dûbare bike. Fatime Zergerî jî daxwazê dike ku demekê bêhna xwe wede û cardin bê dûbare bêje, Hesen Zîrek bi derfetek baş zanî û xwe gihande cihê bêhnwedana wê jina stranbêj, û jêpirsî tu kî yî? Hesen Zîrek jî bersiva wê da û got, ez Hesen Zîrek im, ez daxwazê ji te dikim, ew strana ku te a niha got, bihêle em bi hev re bi Azerî û Kurdî bêjin, Xanima stranbêj got, çawa tiştek wiha dibe? ez mehek e kar li ser wê awazê û stranê dikim, tu çawa dikarî wiha zû helbesta Kurdî têkelê wê awaz û strana min bikî? Hesen Zîrek her çawa be karî wê razî bike û herdu hatine ser sitêycê û bi vî awayî stran, bi Kurdî û Azerî pêşkêşê amadebûyan kirin, û xelkê amade bi çepiklêdanan ew pêşwazî kirin.
Hesen Zîrek gelek starên nîştimanperwerî û netewî gotine û di strana xwe “Ey Nîştiman” de mehta bejin û bala Kurdistan û pêşmerge dike.
Hesen Zîrek, stranbêjê herî xebatkar ê netewa Kurd e, ku bi sedan stran li radiyo û televîzyonan de xwendiye û tomar kiriye.
Hesen Zîrek, dengê resen û xezîna awazên Kurdî yên folklorî, li 26ê Hezîrana 1972an de, li temenê 51 saliyê de li bajarê Bokanê xatir xwe ji mûzîka Kurdî xwast û çû ser dilovaniya Xwedê. Wî li pey xwe ve arşîveke hunerî ji bo netewa xwe bi cih hêla, ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera resen ya gelê Kurd.
Piraniya berhemên Hesen Zîrek di arşîva enstîtûyên Kurdî û Ereb û Farsan de hatine parastin. Hesen Zîrek berî ku biçe ser rehma Xwedê, wesiyet kiribû ku wî li Çiyayê Naleşikêne veşêrin û li ser kêla tirba wî wiha were nivîsandin:
“Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bê xem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…