Tovê partiyên kurdî li Sûriyê pîr bûye.

 

M. Emîn Sadûn

Gelek dem û daxan, Ji ber kar û kiryarên bê serûber yên serkirdayetiya rêxistin û partiyên siyasî yên kurdî, û xemsarî û jibîrkirina wan kesan berjewendiyên giştî yên gelê kurd û mijûlbûna wan bi berjewendiyên xwe yên taybetî, dihêla ne tenê milet xwe ji wan rêxistinan dûr bike û baweriyê bi wan neyîne. Evê yekê dihişt; ku ew partî lawaz û seqet bibin, û mirovên zana û  têgihişî ji nava wan birevin, û yên nezan û keysbaz xwe li wan bigirin û cihên xwe di nav wan de çêbikin. Ev yeke di pêvajoya xebata wan partiyan de dibû û eger gelek caran dengin cuda cuda derketbana û ew rewş red kirbana jî, ew hewldan dihatin beravêtîkirin û xwedanên wan di civakê de dihatin reşkirin û rê li pêşiya wan dihatin girtin.

Bi demê re û piştî şoreşa teknolojî ya kartêker û berbelav, gelek perdên reş hatin hilanîn û pêre jî gelek rûyên veşartî diyar bûn, têştên berê dihatin gotin û bihîstin, li ber çavan hatin dîtin û xuyakirin. Vê yekê pêleke dîtir ji dilsarî û reşbûnê bi xwe re anî û di civakê de cihgirt û xwesepand.
Wek tê xuyakirin Kar, kiryar û reftarên wan her tişta bi navê kurdîniyê li ber çavên mirovan reş kirin. Lê, çiqasî kurdînî di dilê mirovê kurd de reş kirin, têgehên pîroz  sivik kirin, miletê kurd jî ew bêhtir nas kirin û xwe ji nava refên wan dûr kirin.
Ev rewşa xirab û wêran a rûdayî, encamên nebûna pirojeyekê berçav û sergihayî, di tevî waran de, warê rewşenbîrî, siyasî, abûrî,dîplomasî,rêxistinî, ragihandinî, civakî û leşkerî, ewê rewşê hişt ku ew rêxistin û partî bimînin lawaz, û di gerînekeke tarî û dûman de bijîn û erkên xwe yên serekî wenda bikin.dawiyê ev partî bêkêr û pîr bûn, û di nava nakokî û pevçûnan de kawî û bawî man û tovê wan nema kêrî çandinîyê hat û pêwîstî bi nûjenkirin û vejandinê zêde bû û daxwaza wê yekê jî bo xwesteka her mirovekê bîrewer û wefadar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...