M. Emîn Sadûn
Gelek dem û daxan, Ji ber kar û kiryarên bê serûber yên serkirdayetiya rêxistin û partiyên siyasî yên kurdî, û xemsarî û jibîrkirina wan kesan berjewendiyên giştî yên gelê kurd û mijûlbûna wan bi berjewendiyên xwe yên taybetî, dihêla ne tenê milet xwe ji wan rêxistinan dûr bike û baweriyê bi wan neyîne. Evê yekê dihişt; ku ew partî lawaz û seqet bibin, û mirovên zana û têgihişî ji nava wan birevin, û yên nezan û keysbaz xwe li wan bigirin û cihên xwe di nav wan de çêbikin. Ev yeke di pêvajoya xebata wan partiyan de dibû û eger gelek caran dengin cuda cuda derketbana û ew rewş red kirbana jî, ew hewldan dihatin beravêtîkirin û xwedanên wan di civakê de dihatin reşkirin û rê li pêşiya wan dihatin girtin.
Ev rewşa xirab û wêran a rûdayî, encamên nebûna pirojeyekê berçav û sergihayî, di tevî waran de, warê rewşenbîrî, siyasî, abûrî,dîplomasî,rêxistinî, ragihandinî, civakî û leşkerî, ewê rewşê hişt ku ew rêxistin û partî bimînin lawaz, û di gerînekeke tarî û dûman de bijîn û erkên xwe yên serekî wenda bikin.dawiyê ev partî bêkêr û pîr bûn, û di nava nakokî û pevçûnan de kawî û bawî man û tovê wan nema kêrî çandinîyê hat û pêwîstî bi nûjenkirin û vejandinê zêde bû û daxwaza wê yekê jî bo xwesteka her mirovekê bîrewer û wefadar.

Şîrove (0)